Ji girtîgehan heya pişt xendekan silava azadiyê...

11:15

JINHA

STENBOL - Girtiyên jinên siyasî berxwedana êrveberiyên cewheriya li Kurdistanê berdewam dike silav kirin û ji piş xendekan re silav şandin û gotin: "Hun dema hînî bi dorpêçê hilweşîna berxwedana me dibûn hêvî û xeyalên me ji vêderê firar kirine ber bi warê azadiyê ve. Bi heskirin û hesreta welat ez wan tiliyên we yên bi nîşana serketinê û kenê li ser ruyê we hembêz dikim..."

Jinên girtiyên berxwedana gelê kurd a rêveberiyên cewherî li Bakurê Kurdistanê berdewam dike ji nêz ve dişopînin peyama azadiyê şandin. Jinên girtiyên li Girtîgeha Tipa L ya Bakirkoyê ji bo berxwedanê peyama azadiyê şandin.

Peyam wihaye;

Sona Mengutay: Min dixwest li gel berxwedana gel a li Cizîr, Silopi, Sur, Nisêbîn, Dêrik û Kerboranê mezindibe de cîh bigirim. Her çendî ku dîwar li pêşiya min dibin asteng jî lê bi kelecan û morala ku ez ji berxwedana we digirim ez di her kêliyê de bi we re me. Ji berxwedana xweseriyê re silav! Silav ji bo berxwedana li piş xendekan!

Nevin Balta: Mirovên bedew ên li piş xendekan, zarokên ku dizanin şer ne lîstoke û dayîkên ku ji bo nan gihandina hemû aliyê berxwedanê her dem li ser tenuran, her çendî dengê min negihe we jî ji bîr nekin her hucreyek dilê min bi we re lêdixe. Dê destbixwînên zaliman li xendekên we bi kelecana dilê xwe kolayî û barîkatên we bi hêza berxwedanê honayî biqelibin û di xendekan de bên veşartin.

Hacire Ekin Yılmaz: Bi salane bi hemû polîtîkayên îmhayê ser kurdan de hatin lê negihan armanca xwe, her dem li berxwedana kurdan qetibîn û nekarîn derbas bibin. Weke 29 serhildanan her dem xwestine dengê me biqedînin lê bi serneketine. Carekdinê jî bi berxwedana rêveberiyên cewherî re hêza xwe ya berxwedanê nîşanî hemû cîhanê da.

Eylem Mengutay: Ez jinek a axa heskirin lê çavên xwe vekiriyî û mezin bûyî, ya ku her roj ji ber kurdbûna xwe zarok lê tê qetilkirin û cenazeyên wan tên revandinim. Ez jinek a Şirnexa her roj tê şewitandin û wêrankirinim, niha di girtîgehê deme. Bila kes nabêje dora min nayê, cihê agir ketê bi tevahî bişewite. Bila her kes guh bidin dengê wijdana xwe û li hemberî van kirinan bêdeng nemînin.

Sureyya Bulut: Niha faşîzma AKP'ê ya bê sînor li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya dema Naziyan dide jiyan din, ji bo wê jî gelê kurd baş dizane li hemberî kîjan hişmendiyê şer dikin. Lê gelên dinê yên li Tirkiyê dijîn çima wiha bêdengin, ji bo ku weke dema Hitler û rewşa Elmanan hun jî nebin hevparê heman komkujiyê divê hun jî dengê xwe bilind bikin.

Nibel Genç: Dema ku hun ji bo giyana me ya berxwedêr dorpêç bikin û bihelînin ve mijul dibûn hêvî û xeyalên me firiyan warên azadiyê. Ez we hemûyan wan tiliyên we yên bi nîşana serketinê û wî kenê ser ruyê we bi heskirin û hesreta welat hembêz dikim.

Dilek Oz: Hun li peyî xendekan xeyalên me didin jiyankirin, ez çavên we maç dikim.

Fatma Tokmak: Ez hemû berxwedêrên li piş xendek û barîkatan hembêz û maç dikim. Dê bihar bi berxwedana we ya li piş xendekan re bê vî welatî.

Ayşe Guney: Civaka ehlaqî û polîtîk a azad bi berxwedana ciwanên Kurdistanê li piş xendekan, li çiya û zîndanan tê jiyandin. Ez bi heskirin û hesreta li Kurdistana xweser hevdîtinê we tevan hembêz û maç dikim.

Yazgul Yıldızhan: Pêşengên berxwedanê hun dizanin parastina cewherî mafeke û di heman demê de peyîwireke. Ji bo wê ye li hember ên manewyata gelan hildiweşînin parastin mafe. Şoreşa li Rojava gurbûyî niha li Bakurê Kurdistanê dikeve meriyetê. Ez jî weke ferdek vê berxwedanê bi hemû heskirina ji kurahiya dilê xwe we silav dikim.

Hacire Tanırgan: Silav û rêz hevalên minên berxwedanê. Ez bi hemû hebûna xwe li gel we di çeperên berxwedanê de me. Me bi ciwanî despêkir emê bi ciwanî serkevin.

Nevin Filizer: Yên ku bi mehane li hember hemû tang û topên ser Kurdistanê berdewam dike bê deng dimînin sibê ruyê we yê tevlî bilindbûna berxwedanê û xwendina sîrodên serketinê namîne... Zarokên welatê rojê hevalên hêja her çiqasî mirovahî bêdeng bimîne li hember hemû zilma li ser we tê kirin, lê hun dîrokekê dinivîsin. Bila germiya roja me ji ser we kêm nebe! Em li berxwedana we ya rêveberiyê xwedî derdikevin û berxwedanê silav dikin.

Umur Suyadal Ersoz: Her dem alaya aştiyê di destê me jinan dene. Ne demborî dikare bê jibîrkirin ne jî îro dikare bê efokirin ji bo wê jî divê her kes cihê xwe bizane li kuye hîna dereng nemayî.

Canan Guler: Bi sed salane li ser axa qedîm Mezopotamya înkar û îmhayê ser kurdan disepînin lê kurd napejirînin. Li hemberî çeteyan ji 7 heya 70 salî li ser axa Kurdistanê berxwedan mezin dibe. Ji bo wê jî dê serketin a gelê me yê berxwedêr be.

Ayşe Adar: Li ser axa Kurdistanê agir ketiye, kî ji bo îşkalê lingê xwe diavêje ser wê axê dişewite. Yên naxwazin bibin hevparê suc bila dengê xwe bigihînin berxwedanê. Silav ji bo zarokên welatê minê bedew ên di berxwedanê de...

Gokben Keskin: Em ji Kilometreyan durahiyê silav dişînin ji nava dilê xwe ji bo bi dilê we re bûyîna yekbûnê.

Hatice Dalga: Ji bo gelê me yê bi eşqa azadiyê bi dilê xwe yên azad li piş xendekan hezar silav!

Şukran Avşar: Em dixwazin hun ên li piş xendekan di berxwedanê de bizanin em bi hev re di heman rêyê denin û emê li Kurdistana xweser bigihin hev.

Laleş Çeliker: Ji bo we yên bi heskirina azadiyê hezar silav, hunin rêya azadiyê vedikin. Baş bizanin dil, giyan û ramanên me li gel wene. Ez jî li gel we di li piş xendekan cîh digirim.

Berivan Aslan: Ji bo xebata we ya xweseriyê dema Kurdistan azadbû emê bi hemû dilê xwe yê kelecan li gel hev bibin.

Turkan Sumbul: Ez bi dilek germ we silav dikim. Bi gotina Apê Musa, 'Ji bo kurdan tenê berxwedan maye.' Em bejana xwe li ber hemû şehîdan ditewînin.

Reyhan Kurumuş: 40 salin gelê kurd tekoşînê bilind dike, îro bi berxwedana li piş xendekan re ev berxwedan kete pêvajoyek nû. Ez berxwedana we silav dikim.

(zt)