Li Cizîrê tevahiya şe vê êrîşan berdewam kir

12:32

JINHA

ŞIRNEX - Tevahiya şevê li Cizîrê êrîşan berdewam kir, hêzên dewletê hewildana têkevin taxên Nur û Cudî, ji bo wê jî şer berdewam kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî êrîşên hêzên dewletê berxwedana xwerêveberiyê di roja 32'emîn de ye. Êrîşên hêzên dewletê yên li dijî taxan bi şev heta niha berdewam dike. Di navbera tîmên ên ku hewl dan bikevin taxên Cudî û Nurê û hêzên YPS'ê de pevçûn derket. Li aliyê din li taxa Nûrê cenazeyê Abdulsamet Yilmaz ê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin ji ber êrîşan nekarin rakin nexweşxaneyê.

Li Silopiya serdegirtin

Li aliyê dinê hat hînbûn ku polîs û leşkeran li ser gelek malên bajaroka Tilqebin a girêdayî Silopiyayê de girtin û gelek welatî girtin binçavan.

Hat zanîn ku hîna li bajarok serdegirtina malan berdewam dike.

(at-ab-ma/zt)