Li Cizîrê 2 welatiyên ji wan agahî nedihatin girtin qetilkirî hatin dîtin

14:10

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku pêkanînên rewşa awarta berdewam dike welatiyên bi navê Mahmut û Selamet Şahîn 4 roj in agahî ji wan nayê girtin bi awayekî hatine înfazkirin hatin dîtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê êrîşên xwe berdewam dikin. Li kolana Yayla ya taxa Cûdiyê cîranên Mahmut û Selamet Şahîn ên ku ev 4 roj in ji wan agahî nayê girtin çûn mala wan. Li malê herdu kes bi awayekî hatine înfazkirin hatin dîtin. Cenazeyên wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Li taxa Nûrê jî cenazeyê welatiyê bi navê Abdulmenaf Yilmaz ê ji aliyê hêzên dewletê de di encama gulebaranê de hatibû qetilkirin ji ber ku gulebarana li dijî taxê berdewam dike nikare wergirtin.

Kaxiza 'tiştek bi mala me nehatiye' didin îmzekirin

Li taxa Nûrê li kolanên di bin kontrola hêzên dewletê de ne lêgerîn berdewam dike, hate hinbûn ku hêzên dewletê mal xirakirine û ketine hundir. Welatiyên taxê diyar kirin ku kaxizekî "zirar nedane mala me" bi wan didin îmzekirin.

Pevçûn zêde bûn

Li kolanên ku lêgerîn tên kirin hate hinbûn ku hin mal hatine şewitandin û li taxê du bilind dibe. Li taxên Cûdî û Nûrê dengên teqîn û çekan tên. Li gorî agahiyan hêzên YPS'ê bersivê tund didin hêzên dewletê ku hewl didin pêşve biçin.

(zt)