Wêjevan piştgirî didin nivîsara akademîsyenan
14:57
Sîbel Yukler/ JINHA
ENQERE - Însiyatifa Ji bo Aştiyê Wêjevan ji bo piştgirîdayîna akademîsyenan gotin 'Bê hincet divê ku em nebin hevkarê vî sûcî' û bi 5 zimanan kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. Helbestvan Asuman Susam destnîşan kir ku xeyaletê 30 sal berê yê darbeyan îro zindî bûye û li hemû welat gefê dixwe. Rexnegir Ayşegul Tozeren jî got ku piştgiriya wêjevanan carekê de zêde bûye ev jî tê wateya ku em çiqas ji aştiyê re tî bûne.
Ji bo aştiyê hezar û 128 akademîsyenan dengê xwe derxistin û gotin "Em wekî akademîsyen û lêkolîneran nebin şîrêkê van sûcan." Lê Serokomar Erdogan wan wekî xaîn sûdar kir. Ji aliyê din jî medyaya alîgir akademîsyenan hedef girtin. Bi civînek lezgîn lîjneya YOK'ê kom bû û di daxuyaniya xwe de gef li akademîsyenan xwar û gotin "Em ê di çarçoveya hiqûqî de çi pêwîst be bikin."
Lê belê ev banga akademîsyenan ji aliyê Însiyatîfa Ji bo Aştiyê Wêjevanan piştigiriyek mezin hat. Wêjevanan piştgirîdayîna xwe bi hevokan anîn ziman: "Mafên herî xwezayî bûyîna hemwelatiyên azad bi jiyaneke wekheve." Wêjevanan ji bo li hemberî kampanyaya lîjnê ya ku Însiyatîfa Akademîsyenên Ji bo Aştiyê bang kiribû, hatibû destpêkirin hatin cem hev û nivîsek amade kirin û ji îmzê re vekirin.
Ji 500 kesî zêdetir wêjevan îmzeya xwe avêtin binê vê nivîsarê. Di nava van wêjevanan de Latîfe Tekîn, Karîn Karakaşli, Asli Tohumcu, Asuman Susam, Ayşegul Tozeren, Ayşe B. Kaban, Murathan Mungan, Ayfer Tunç, Ahmet Buke, Melîke Koçak, Sema Kaygusuz û Vedat Turkalî jî cihê xwe girt. Nîvîsara ku hat amadekirin bi zimanê kurdî, ermenî, tirkî, îngilîzî û almanî hat nivîsandin.
Helbestvan Asuman Susam da zanîn ku Serokomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê li dijî hemû fikr û ramanên ne wekî wî be dijmanantiyê dike û wiha axivî: "Îro li ser civakê tundî ji bo bêdeng kirinê tê meşandin. Xeyaletê 30 sal berê zindî bûye û îro gefê li hemû welat dixwe."
Asuman got ku îro kesek nikare li hemberî daxwaza aştiyê bêdeng bimîne û wiha pê de çû: "Kî dibêje aştî, edelet, wekhevî û wijdan xeyala civakeke bi vî rengî dike. Dema em bi hev re tevbigerin dê heviyên me jî xurt bibin û xwestina me jî dê bi cih bê. Îro em van îmzeyan ji bo wateyek davêjin."
Rexnegir Ayşegul Tozeren jî qala eleqaya piştgirîdayîna nivîsara akademîsyenan kir û wiha got: "Di nav çend saetan de 200 wêjevan hatin cem hev. Ez dubare dikim bê hincet divê ku em nabin şirîkî vî şerî."
Lîsteya kesên ku îmze avêtine hûn dikarin di vê malperê de bibînin: https://barisicinyazarlar.wordpress.com/
(fk/rc)