Li Şirnexê ji bo 12 welatiyan mewlîd hate xwendin
15:40
JINHA
ŞIRNEX - Ji bo 12 welatiyên di êrîşên li Şirnex û navçeyên Cizîr û Silopiyê hatine qetilirin, mewlîd hate dayîn. Piştî mewlîdê goristan bi awayek girseyî hate ziyaretkirin.
Cenazeyên 12 welatiyên di êrîşên tevkujiyê yên li Şirnex, navçeyên wê Cizîr û Silopiyê hatibûn qetilkirin, li Goristana Nala Rû ya li navenda bajar hatibûn definirin. Ji bo 12 kesan li Mala Sersaxiyê ya Taxa Bahçelîevlerê mewlîd hate dayîn. Ligel parlementerên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Mahmut Togrul û Tugba Hezer bi sedan kes tev li mewlîdê bûn.
Piştî mewlîdê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) bi sedan kes ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta wêneyên 3 siyasetmedarên jin ên kurd li ser heyî, hate hilgirtin û sloganên, "Jin jiyan azadî" û "Zordarî me bêzar nakin" hatin avêtin.
Girseya gihişt goristanê li ser gorên 12 kesan dua xwendin.
(ekîb/zt)