Dayîkên Aştiyê jî ji bo girtina cenazeyan ketin gireva birçîbûnê

16:12

JINHA

AMED - Gireva birçîbûnê ya malbatên ji bo girtina cenazeyê zarokên xwe dayî despêkirin di roja 13'an de berdewam dike. Bi boneya alîkarîdayîna çalakiya gireva birçîbûnê ya malbatan Dayîkên Aştiyê jî ji bo 2 rojan dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Li ser Sura Amedê 44 rojin dorpêç û êrîş berdewam dike. Cenazeyê Mesut Seviktek û Îsa Oran 24 rojin, yê Ramazan Ogut 16 û yê Rozerin Çukur jî 7 rojin li kolanê ne, malbat nikarin bigirin. Ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe malbatan li Şaxa ÎHD'a Amedê dest bi gireva birçîbûnê kiriye. Gireva birçîbûnê ya malbatan di roja 13'an de berdewam dike. Malbatan bertek nîşanî êrîşên topbaranê yên ji şevadinê heya niha ser Surê berdewam dikin dan û banga li rayedaran kirin ku cenazê zarokên wan bidinê.

'Malbatan îskence dikin'

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya ku ji despêkê heya niha alîkarî didin çalakiya malbatan jî ji bo 2 rojan dest bi gireva birçîbûnê kirin. Ji Dayîkên Aştiyê Naime Oren diyar kir ku nedana cenazeyan rewşek nayê pejirandine û wiha domand: "Bi vî awayî mirovan îskence dikin. Hatine rewşek wiha êdî ji cenazeyên me ditirsin."

'Ji ber dayîka Ramazan şoq derbaskiriye nikare bê'

Meta Ramazan Ogut Yildiz Pala jî bang li Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir û got: "Erdogan zilmê li me dike. Gelo ma zarokên wî nîne? Ma gelo qet ji vê êşa dayîk dikêşin tênagihe. Ji ber ku dayîka Ramazan şoq derbaskir niha nexweşe li erdê razayiye. Keçek wê jî astengdare ji bo wê nikare bê vêderê. Ji ber ku dayîka Ramazan nekariye bê meta wî Zara Baran li vêderê dest bi gireva birçîbûnê kiriye. Em cenazê xwe dixwazin. Heya cenazên zarokên me nedin emê gireva xwe berdewam bikin."

'Hemû cîhan bêdenge'

Dayîka Îsa Oran Zehide Oran jî destnîşan kir ku ji ber dengê tang û topan ew bi şev jî nikarin rakevin û wiha domand: "Tenê em li benda girtina cenazeyanin, ji ber tiştekdinê ji destê me naye. Ya ew jî dikin, tenê me mijul dikin. Ev 23 rojin cenazeyê zarokên me dibin dengê tang û topan denin. Me mirovahî dît. Em şerek evqas giran jiyan dikin. Hemû cîhan bêdengiya xwe diparêzin. Dibêjin Yekîtiya Ewrupayê, lê wan jî çavê xwe girtiye. Di vî şerî de her roj mirov dimirin. Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku beşdarî çalakiya me bibin û deng bidin tekoşîna me."

Di nava rojê de gelek welatî tên avahiya ÎHD'ê û çalakiya malbatan ziyaret dikin.

(zt)