Li Cizîrê welatiyêk din jî qetilkirin
18:40
JINHA
ŞİRNEX - Li navçeya Cizîrê welatiyê bi navê Yakup Isirgan ji aliyê hêzên dewletê ve hat katilkirin. 4 zarokên ku di erişên hêzên dewletê de birîndar bûne rewşa wan girane.
Li Taxa Cudi ya Cizîrê ji wesayita zirxî ya tîmên têybet rasterast gule barandin, welatiyê binave Yakup Isirgan hê birîndar gel xwestin bibin nexweşxanê lê tîmên têybet cara duyêmîn êriş birin ser wan.Yakup Isirgan ji bo ku ambulans zu nehat li nava taxê jiyan xwe ji destda. Cenazeyê wî hê li taxê tê sekinandin. Li Cizîra ku 32 rojin dorpêç lê berdewam dike 56 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin katilkirin.
Cenazê welatiyê bi navê Abdulselam Yilmaz yê li Taxa Nur ê li ber deriyê mala xwe hatî katilkirin pîştî çend saetan nû rakirin Naxweşxana Dewletê ya Cizîrê. Ji aliyê dî li Taxa Dêriyê Mêrdînê di gule barana hêzên dewletê de navê 4 zarokên birîndarbûn wiha ne; Buşra (10), Yusuf (12), Dîlan (8) salî. Li Taxa Yasef jî zarokek 12 salî birîndar bu, lê hê navê wê nehat zanîn. Hat zanîn ku rewşan 4 zarokan jî girane.
(dt/zt)