Dorpêçê 2 jinên dinê jî qetilkir

08:06

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê ku ev 33 roj in dorpêç berdewam dike Nariç Kizil a krîza dil derbas kir û li Cizîrê Leyla Elsuyu ya 85 salî ya nexweş ket ji ber ku mudaxale nehat kirin jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeyên Cizîr û Sîlopiyê yên Şirnexê dorpêç û êrîşên dewletê 33 roj li pey xwe hişt. Ji ber dorpêçê welatiyên ku nexweş dikevin û di dema xwe de mudaxale nayê kirin jiyana xwe ji dest didin. Li taxa Cûdî ya Cizîrê Leyla Elsuya ya 85 salî ji ber ku mala wan xira bû çûn taxa Dîcleyê duh şevê jiyana xwe ji dest da. Hate hinbûn ku Leyla nexweş ketiye lê ji ber ji sermayê bi bandor bûye û nekarîne bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Hate hinbûn ku Leyla li baxçeyê mizgeftê hatiye definkirin.

Li navçeya Sîlopiyê jî Nariç Kizil a 52 salî li mala xwe ya taxa Nûrê kirîza dil derbas kiriye. Ji ber ku ambulans dereng hatiye û piştre rakirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Hate hinbûn ku Narinç dayîka 4 zarokan bûye û cenazeyê wê ji ber qedexeyê li êlihê tê rawestandin.

(zt)