'Jin despêkê di warê rêxistinkirinê de biserket'
09:11
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Dilşa Yûnis derbarê xebatê jin û asta tevlîbûnê de nirxandin kir û wiha got, "Şoreşa Rojava bi hêza jinên rêxistinkirî pêş ket. Bi taybet di warê leşkerî de rolek girîng girt ser milê xwe û vîna xwe nîşanî tevahî civakê da. Jin bi sekna xwe nîşan kir ku dikare welatek jî rêvebibe."
Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Dilşa Yûnis bi boneya salvegera avabûna Rêxistina Yekîtiya Star yê Rojava nirxandin kir. Dilşa da zanîn ku Rêxistina Yekîtiya Star di 15'ê Çileya 2015'an de wê derbasî sala xwe yê 16. bibe û wiha got, "Di serî de em salvegera avakirina Rêxistina Yekîtiya Star a 16. li tevahî jinên Kurd pîroz dikin û sersaxî ji malbatê şehîdan re dixwazim. Rêxistina Yekîtiya Star bû sedema pêşxistina zanistî û vîna jin. Jina Kurd bi pêk hatina şoreşê re hêza xwe danî holê û ji tevahî cîhanê re bû mînak."
'Jina Kurd ji tecrûbeyên xwe yên rêxistinî êdî dikare welatek jî rêve bibe'
Dilşa Yûnis diyar kir ku jina Kurd bûye xwedî hêzek mezin û wiha got, "Jina Kurd ji tecrûbeyên xwe yên rêxistinî êdî dikare welatek jî rêve bibe. Di qadên leşkerî de jî cihek girîng bi dest xist. Jin êdî dikarin rêxistin, artêş û navendên bajêr bi serê xwe rêvebibin. Bingeha rêxistinê ji salên borî ve hat avêtin û jin li hember rejîma Baasê di nava şert û mercên giran de xebat da meşandin. Bi şoreşa Rojava re hêz û tecrûbeyên ku hatine bidest xistin derket holê û ji dîroka mirovahiyê re bû mînak. Şoreşa Rojava bi hêza jinên rêxistinkirî pêş ket. Bi taybet di warê leşkerî de rolek girîng girt ser milê xwe û vîna xwe nîşanî tevahî civakê da. Jin bi sekna xwe nîşan kir ku dikare welatek jî rêvebibe."
'Êdî jin dikeve ferqa hêza hebûna xwe'
Dilşa bal kişand ku jin ji dîrokê heya niha li hember zîhniyeta desthilatdriya mêr di nava têkoşîna hebûnê de ye û wiha domkir, "Êdî jin dikeve ferqa hêza hebûna xwe û li hember ferasetên cudakarî, dagirkerî û tunekirinê bi aweyek rêxistinkirî têdikoşe. Ji ber jin xwedî vîna azadiyê ye ew îddîayê ku pêk bîne jî dertê holê. Di demên borî de jin di çavê civakê de tenê ji bo xwedîkirina zarokan û mal dihat nêrandin. Hişmendiya pergalê nêrînek wiha li hember jin avakiribû. Lê di encamê rêxistinkirina jinan de me dît ku jin bi îsrare ku xwe ji kevneşopiya civakê rizgar bike. Pêşengiya jin yê şoreşa Rojava encamê xebatek rêxistinkirî bû. Bêguman rola Rêxistina Yekîtiya Star jî di vê yekê de gelek girînge."
'Jin despêkê di warê rêxistinkirinê de biserket'
Dilşa destnîşan kir ku ew wek Rêxistina Yekîtiya Star her sal bi plansaziyên nû dikevin xebatê xwe didomînin û wiha pêde çû, "Bi avakirina komîn, meclîs Rêxistina Yekîtiya Star xwe dighîne her qadê ku jin lê heye. Ev yek rêxistinbûna jinan berfirehtir dike û bi riyên perwerdê dihêle ku jin ji nêzve xwe nasbike. Gelek akademiyên jin ên xweser hatine avakirin. Hem di qadên leşkerî, hem jî di qadê civakî de gelek xebatên perwerdê yên jinan tên dayîn. Ji ber vê jin di serî de di qadê rêxistinê de bi serket." Di dawiyê de Dilşa banga berfireh kirina rêxistinbûnê li tevahî jinên Kurd kir.
(rc)