Eren Keskin: Astengkirina hevdîtinan bi şerê tayîbet ve girêdayiye

09:12

Oyku Dilara Keskin/JINHA

EMQERE - Tecrîda girankirî ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Yek ji parêzera despêkê ya Abdullah Ocalan û ya ku di Platforam Azadiya Ocalan de cîh girtî Eren Keskin, diyar kir ku tecrid ji sala 1999'an heya niha berdewam dike û got, "Bi gotinek a Abdullah Ocalan dikare ev şer bê sekinandin. Ji bo wê ye hevdîştinê asting dikin, ev helwestek siyasiye."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya li Tirkiyê xwediyê şertên tecrîd û îzolasyonê û di heman demê de weke Guantanamo yê tê zanîn tê girtin. Ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an heya niha bi hincetên weke "xirabûna kosterê" û "nebaşiya rewşa hewayê" hevdîtina bi parêzeran re tê asteng kirin. Ji 5'ê Nîsanê heya niha jî Heyeta Îmraliyê jî nikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan bike. Dema ku li Kurdistanê şer giran dibe, tecrîda ser Abdullah Ocalan jî giran dibe. Ji sala 99'an heya niha tindî û tecrîda tê kirin dide nîşandan ku ji sala 99'an heya niha tecrîd berdewam dike. Herî dawî di meha adara sala 2015'an de weke "Sekretarya" du girtiyên bi navê Nasrullah Kuran û Çetin Arkaş girtin gel Abdullah Ocalan. Di hefteya derbazbûyî de her du girtî ji Îmraliyê sirgunî Girtîgeha Silivriyê kirin. Li gel hemû hewildanên parêzeran jî hevdîtin nekirin hemû giraniya tecrîdê radixe berçavan.

'Ji sala 99'an ve tecrîd berdewam dike'

Yek ji parêzera despêkê ya Abdullah Ocalan û ya ku di Platforam Azadiya Ocalan de jî cîh girtî Eren Keskin, di derbarê tecrîda girankirî de wiha axivî: "Di rastiyê de ji sala 99'an heya niha tecrîd berdewam dike." Eren da zanîn ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama komployekê de anîne Tirkiyê di roja 5'an de wan 12 parêzeran serlêdan kirin. Eren wiha qala wan rojan kir: "Wan rojan şidet û lînc hebûn, ji bo wê piştî 5 rojan me serlêdan kir. Bi despêkirina tecrîda ser Abdullah Ocalan re kampanyeya lînca li hember parêzeran jî despêkir. Piştî daxuyaniyê êdî em parêzer anîn rewşa ku me nedikarî em derkevin kolanê. Dema ku em nava kolanê de dimeşiyan rastî êrîşê dihatin."

'Astengkirina hevdîtinan bi şerê tayîbet ve girêdayiye'

Eren destnîşan kir ku Girtîgeha İmrali ne girêdayî di nava Hiquqa Înfazê de nîne û wiha domand: "Heta nayê zanîn ka Girtîgeha Îmraliyê girêdayî kuderêye. Me serî li dozgeriya Gemlika Enqerê dida û dozgeriya wê jî diyar dikir ku berpirs ew nînin. Wê demê li cihê ku dozger ne berpirsbe berpirs kiye. Ji despêkê heya niha Girtîgeha Îmraliyê girêdayî Daireya Şerê Taybete. Derket holê ku di nava pêvajoyê de hemû rêbaz xistine meriyetê. Îro hevdîtin nekirina Abdullah Ocalan bi malbat û parêzeran re ti sedemên wê yên hiquqî nîne. Ev rewşek girêdayî şerê tayîbete."

'Ji bo ku dengê şer û êrîşan berdewam bike ji bo wê ye tecrîd berdewam dike'

Eren wiha berdewam kir: "Bi gotinek Abdullah Ocalan dikare ev şer bê sekinandin. Ji bo wêye ji hevdîtinan re astengiyan çêdike, ev helwestek siyasiye. Ji despêkê heya niha helwesta wan karê siyaset û hiquqê ye. Girankirina tecrîdê gelê kurd dixe nava metirsiyê. Li Kurdistanê sucê şer dikin û naxwazin kes van sucê şer bibînin. Her tiştên tên jiyandin li hember hevpeyîmanên Tirkiyê îmza avêtî binêye. Dixwazin dengê şer û êrîşan berdewam bike. Ji bo wê ye tecrîd berdewam dike. Ev rewş metirsiyê dide. Rewşa li Kurdistanê tê jiyandin ji ya Rojhilata Navîn ne cudaye. Êdî kurd hatine rewşa hêzek tayîbet. Ev rewş Tirkiyê nerazî dike. Dixwazin nava kurdan nebaş bike ji bo wê ye bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê nakin."

'Naxwazin Abdullah Ocalan bigihe daxwazên xwe yên aştiyê'

Eren wiha qala sirgunkirina her 2 girtiyên li gel Abdullah Ocalan peyîwira sekretarya yê dabûnê û wiha dom kir: "Divê şertên tecrîda giran bê rakirin. Qedexeya hevdîtinan berdewama tecrîdê ye û metirsiyê dide. Yên ku îro qala aştî û çareseriyê dikin xayîn tên îlankirin. Naxwazin daxwazên Abdullah Ocalan ên aştiyê bigihin gelê kurd ji bo wê ye tecrîd berdewam dike. Girêdayî pêşerojê nediyariyek heye. Emê binêrin dê çî bibe."

(zt)