Ehlam Mensûr li Silêmaniyê hat bîr anîn

09:12

JINHA

SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê mamoste, nivîskar û çîroknivîs bi dirûşma "Ehlam dengê azadî û îsyanê ye" merasîma bîranînê hat li dar xistin.

Li Silêmaniyê li hola Pirtûkxaneya Giştî, bi beşdarbûna sedan kesî, bi dirûşmeya "Ehlam dengê azadî û îsyanê ye" merasîmek ji bo bîranîna nivîskar, çîroknivîs û Mamosta Ehlam Mensûr ya ku di 9'ê Çileya sala 2013'an de jiyana xwe ji dest dayî, hat lidarxistin. Di merasîmê de, li ser jiyana Elham Mensûr, semîner hat dayîn û sînevîzyon hat pêşkêş kirin. Her wiha ji bo bîranîna wê xelat hatin dayîn.

Li ser navê Komîteya Amadekara Merasîmê Mardîn Ebûbekir axivî û diyar kir ku wê her tim nivîskar û mamosta Ehlam Mensûr di dilê wan de be û wê her bi bîr bînin. Piştre jî Nûnera Wezareta Rewşenbîrî Mamosta Tirîve peyama wezareta rewşenbîrî xwend. Piştre sînevîzyona der barê jiyana Ehlam Mensûr de hatî amadekirin hat nîşandan. Herwiha Hekîm Çalak, Kinêr Ebdulah, Dr. Hekîm Babetêk derbarê jiyana Ehlam Mensûr de axivîn. Her wiha di merasîmê de biryar hat dayîn ku, nivîs û gotarên, Ehlam Mensûr bên komkirin, bi awayê pirtûk bê çap kirin û bilav kirin. Di berdewama merasîmê de Xalatên bîranînê yên Ehlam Mensûr dan nivîskar û hevalên wê, Hekîm Çalak, Şîlan Şakir, Kinêr Ebdulah, Letîf Helmet, Aso Cewher û Serwer Abdulah.

Di dawiya maresîmê de ji ber ku RojNews sponsoriya merasîmê kir, spasiya wê hat kirin. Herwiha daxwaz hat kirin ku ragihandin zêdetir giringiyê bi berhemên Ehlam Mensûr bidin.

(şb/rc)