Rojîn Remo: Ji bo jin cihê xwe di Cenevre 3'ê de bigrin em dixebitin
11:22
Jiyan Hêvî-Zêrîn Kurtay/JINHA
QAMIŞLO - Di rojên borî de binesaziya Meclîsa Sûriya Demokratîk Buroya Jin hat avakirin û biryara rêxistinkirina tevahî jinan hat girtin. Berdevka Buroya Jin Rojîn Remo da zanîn ku di rojên pêşde ew ê konferans pêk were û wiha got, "Cenevra 3. a ku bi armaca pêşeroja Sûriyê were gotûbêj kirin, em hewldidin nûnerê jin di navde avabikin."
Kongreya Sûriya Demokratîk di 8-9'ê Kanûna 2015'an de pêk hat û Meclîsa Sûriya Demokratîk avabûna xwe di navde îlan kir. Jinên ku ji rêxistinên Sûriyê di bin sîwana meclîsê de xwe wek buro bi rêxistin kirine, ji bo rêbazê xebatên xwe diyar bikin ew ê konferansek di rojên pêşde li dar bixin. Jinên buro wê pirsgirêkên jinan di cih de bibînin û çareserî pêşbixin. Derbarê pêkhatina konferansê û xebata ku pêk were de Endama Dîwana Hevseroktiya Meclîsa Sûriya Demokratîk û Berdevka Buroya Jin Rojîn Remo ji JINHA'yê re axivî û diyar kir ku armanca wan xwe gihandina tevahî jinên azadîxwaz û rêbazên rêxistinbûnê pêşxistine. Rojîn got, "Projeyên me xwe gihandina tevahî jinên azadîxwaze û nûnertiya vîna wan pêk anîne."
'Di dîrokek nêzde konferans li pêş me heye'
Rojîn got, "Ji bo li ser vî axî azadî û wek hevî pêk were têkoşîna me didome. Di avabûna Meclîsa Sûriya Demokratîk de komîteyên jin cihê xwe di navde girtin. Jin di meclîsê de rola xwe bi cih anîn û nûnertiya vîna jin kirin. Eger jin azad nebe civak jî wê azad nebe û li cihê ku jin nînbe kes nikare qala demokrasiyê bike." Rojîn da zanîn ku ew plansazî kirine ku di demek nêzde konferansa xwe li dar bixin û wiha domand, "Îlankirina Meclîsa Sûriya Demokratîk di cih û dema xwe de bû. Wek jin divê em vê xebatê bidomînin û xwe bighînin tevahî jinan. Bi yekîtiya jinan re em dikarin pêşî li dagirkerî êrîş û mirinan bigirin."
'Bi buroyê jin re me dest bi avakirina pergalê xwe kir'
Rojîn destnîşan kir ku ew dest bi têkoşînek nû dikin û wiha qala jinên buroyê kir, "Ji heyetên siyasî jinên Ereb, Sûryanî, Kurd cih digrin û nûnertiyê xwe dikin. Her wiha jin cihê xwe di hevseroktiyê de jî digre. Ji bo xebatê xweser me buroyên jin avakirin. Ev buro xwe di nava Meclîsa Sûriya Demokratîk de bi rêxistin dikin. Ji gelek netew û çandên cûda jin cihê xwe digrin. Armanca me xwe gihandina tevahî jinên azadîxwaz û ji bo ku nûnertiya vîna xwe bikin em proje amede dikin. Banga min ji tevahî jinan re jî ew e ku di bin vê sîwanê de bicivin."
'Ji bo mafê gelên Sûriyê em ê gavên mezin bavêjin'
Rojîn bilêvkir ku ew ji bo bihêzkirina Meclîsa Sûriya Demokratîk tevahî rêxistin û gelan dewat dikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em hewldidin buroyan bikin navenda çareseriya pirsgirêkan. Ez ji niha de bi hêvîme ku di demên pêş de em ê bikaribin nûnertiya tevahî jinên Sûriyê bikin. Ji bo mafê gelên Sûriyê em ê gavên mezin bavêjin."
'Di Cenevra 3. de divê jin cih bigre'
Rojîn derbarê civîna Cenevre ya 3. de jî ku wê li ser pêşeroja Sûriyê bê gotûbêj kirin de diyar kir ku divê jin jî cihê xwe di nava civînê de bigre û got ew ji bo nûnertiya xwe di civînê de bikin gelek xebat dane meşandin û wiha pêde çû, "Berdêla şerê giran yê Sûriyê jinên têkoşînvanên azadiyê hildan ser milê xwe. Divê em xwedî li vî kedî derên. Vîna jin di pêşeroja Sûriyê de divê li ser masê bê gotûbêj kirin. Bi zîhniyeta jin çareserî wê hîn adîltir be. Jin dikere pêşengiya demokrasî û wekheviyê bike. Em ê cih bigrin û vîna xwe danin holê."
(rc)