Ji zarokên birîndar Buşra ya 10 salî jî jiyana xwe ji dest da

11:26

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê, ji 3 zarokên ji ber topa li mala lê bûn ket birîndar bûn, Buşra Akalin jî jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîra Botan ku terora dewletê lê dewam dike, duh topek ji tangên hêzên dewletê hat avêtin, li malekê ketibû û 3 zarokên di hundirê malê de birîndar bûbûn. Ji zarokên birîndar Yûsûf Akalin ê 12 salî duh bi şev li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Dotmama wî Buşra Akalin a 10 salî jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.

Rewşa tenduristiyê ya Dîlan Akalin jî krîtîk e.

(rc)