Tevgerî Azadî: Em ê bi rihê netewa demokratîk têbikoşin
11:41
JINHA
SILÊMANÎ - Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê îro yekemîn konferansa xwe ya herêma Silêmaniyê li dar xist.
Îro saet 09.00’ê sibehê li salona Sûltan a bajarê Silêmaniyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Bi rûhê têkoşîna neteweyî ya demokratîk ber bi civakek hişyar û rêxistinkirî ve’ 1. konferansa xwe ya herêma Silêmaniyê li dar xist. Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurd destpê kir. Pişt re endamê komîteya amadekar a konferansê Rehman Resûl axivî, wiha got; “Armanca me ya li dar xistina vê konferansê yekem bal kişandina ser krîza siyasî û aborî ku îro Başûrê Kurdistanê têre derbas dibe ye. Me jî weke Tevgera Azadî pêwîst dît ku ji bo çareseriya van krîzan li gel gelê xwe yê herêma Silêmaniyê bicivin. Li ser vî bingehî me îro 1. konferansa xwe ya herêma Silêmaniyê li dar xist.”
Pişt re jî peyama Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji aliyê hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir ve hat xwendin. Şîlan Şakir wiha got; “Di serî de li dar xistina vê konferansê li malbatên şehîd û hemû beşdarvanên amade pîroz be. Me jî weke Tevgera Azadî ji bo gûhertina têgîna desthilata niha erkek daye pêşiya xwe. Ev jî li ser bingehê rêveberî û pîvanên sîstema xwerêveberiya demokratîk e. Dema îro em li parçeyên din ên Kurdistanê bi teybetî jî Bakûrê Kurdistanê dinêrin, dibînin bi ragihandina rêveberiya xweser a demokratîk û avakirina Yekîneyên Parastina Sivîlan, şoreşa gelê Kurd li Bakûr ketiye qûnaxek nû de.” Konferans bi nîqaş, rexne û pêşniyarên beşdarvanan berdewam e.
(şb/rc)