Li Arjantinê Dayîkên Gulanê ji bo jinên kurd meşiyan
12:39
JINHA
BUENOS AİRES - Her rojên pêşemê dayîkên Plaza de Mayo (Dayîkên Gulanê" li Meydana Gulanê di çalakiyê denin, vê hefteyê ji bo jinên kurd yên hatine qetilkirin di çalakiyê debûn û diyar kirin ku dê hesabê ji berpirsan bixwazin.
Li Paytexta Arhantinê Buenos Airesê Dayîkên Gulanê yên ku her roja pêşemê li Meydana Gulanê di çalakiyan denin, di çalakiya xweya vê hefteyê de jinên kurd ên hatine qetilkirin bibîranîn. Bi banga Dayîkên Gulanê û Komiteya Şêwirmendiya Kurdistan-Latin Amerika yê ji 200 kesan zêdetir kesên kombûn ji bo jinên siyasetmendarên kurd yên li Parisê hatin qetilkirin Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li gel Sêvê Demir Pakize Nayir û Fatma Uyar ên li Silopiya hatin qetilkirin dad xwestin. Ji Însiyatîfa Dayîkên Gulanê yên pêşengiya meşê kirin Nora Cortinas got: "Cînayeta ku ji aliyê hêzên TC'ê sê sal berê bi hevkariya dewletên Ewrupayê li Parisê hatî kirin, carek dinê bi destê hêzên dewleta TC'ê li Silopiya sê jinên siyasetmendarên kurd hatin qetilkirin. Dixwazin bi van kirinan tekoşîna jinên kurdên qehreman bişkênin. Heya dawiyê ji bo hesabpirsîna ji berpirsan emê tekoşînê berdewam bikin."
Belavoka ku bi navê Komiteya Amadekariya Meşê hatî amadekirin û piştî meşê di civîna çapemeniyê de hatî xwendin çîroka jinên hatine qetilkirin têde hat vegotin. Di belavokê de bang li hemû raya giştiya cîhanê û saziyên navnetewî hat kirin ku bi tekoşîna jinên kurd re di nava şêwirmendiyê debin.
(zt)