Konferansa Yekîtiya Star li Efrînê despêkir

13:09

JINHA

EFRÎN - 3. Konferansa Asayî li Kantona Efrînê ya Rêxistina Yekîtiya Star bi durûşmeya 'Azadiya Rêber APO azadiya jinê ye' dest pêkir. Di Konferansa asayî de gelek rexistinên sîvil amade bûn. Konferans bi beşdarbûna 140 delegeyan bi coşeke mezin tê lidarxistin.

Rêxistina Yekîtiya Star li Kantona Efrînê di 11. salvegera avabûna Rexistina xwe de 3. konferansa xwe ya asayî ya Kantona Efrînê pêk tîne. Konferans bi mebesta nirxandina xebatên Yekîtiyê û birêxistinkirina wan li salona Şehîd Rûken tê lidar xistin. Salon bi posterên jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û her sê jinên siyasetmedar ên di 4'ê Çile li Bakurê Kurdistanê hatin qetilkirin Sêvê, Fatma û Pakîze hatiye xemilandin. Di konferansê de 140 endamên Yekîtiya Star û 32 jin wek nûnerên sazî, tevger û rêxistinên sivîl û lêşkerî, partiyên Çep û Partiya Sûriyeya Demokratîk yên Kantona Efrînê amade ne. Konfrans bi durûşmeya 'Azadiya Rêber APO Azadiya Jinê ye' tê lidarxistin. Di dîwana konferansê de Şirîn Hesen, Wahîde Xelîl, Newroz Heşîm û Eşa Xeznê cih digrin.

Qirkirinên jinan hate şermezarkirin

Endema kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Ciger axaftina vekirina konferansê kir û di nirxandinên xwe de bi ser navê Yekîtiya Star kiryarên dewleta Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd û qetilkirina sê siyasetmedarên jin li Bakur, her wiha qetlîama Parîsê a 9'ê Çileyê ku sê jinên têkoşer Sakîne, Leyla û Fîdan hedef girtibû şermezar kir.

Zelal Cîger di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser rewşên dawî yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê û got: 'Bi Şoreşa Rojava re berjiwendiyên dewletên desthilatdar têkçûn. Gelê Kurd jî bi hevkariya netewî gelek serkeftinên mezin bidest xist. Li Rojava bi binketina DAÎŞ'ê û avakirina hêza QSD'ê re guhertinên nedihatin hêvîkirin qewimîn û vê yekê bi taybet dewleta Tirkiyê har û dîn kiriye. Ji ber dewleta Tirkiyê pişta xwe dabû DAÎŞ'ê û pê bawer bû ku dê bi vî awayî Şoreşa Rojava û gelê Kurd têk bibe."

'Gelê Kurd planên neyarên xwe vala derxist'

Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Cîger destnîşankir ku 'Dewleta Tirkiyê serkeftinên Xweseriya Demokatîk qabûl nake û ji ber vê yekê dest bi êrîşkirina li ser Bakur kiriye. Bi vê yekê jî dixwaze vîna gelê Kurd û yên ku hêviya jiyaneke azad di Şoreşa Rojava de dibînin bişkîne. Lê gelê Kurd bi berxwedaniyeke bêhevra hemû planên neyarên xwe vala derxist. Bi taybet dayîkên Kurd, dayîkên Aştiyê li Bakurê Kurdistanê bêdeng neman û têkoşîna xwe didomînin em ji tekoşîna xwe heta hemu jin azad nebin na rawestînin'.

Her wiha di dawî de Zelal Cîger tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan jî şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku berxwedana xwe ji bo azadiya Ocalan bi hêztir bikin.

Konferans bi xwendina bername û esasnameya rexistînî ya Yekîtiya Star dewam kir û niha jî bi nirxandina xebatên xwe didome.

(re-fr/gb/rc)