Rojnamevan Zekî hate tahliyekirin

13:58

JINHA

MÊRDÎN – Rojnamevanê xwediyê malpera nûçeyan a Nisebin.com Zekî Karakuş ku bi îddîaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hatibû girtin, hate tahliyekirin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, xwediyê malpera Nisebin.com û rojnamevan Zekî Karakuş 45 roj berî niha bi îddîaya ku di nûçeyên malperê de "Propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû girtin. Îro yekemîn rûniştina doza Zekî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nisêbînê pêk hat û ew û parêzerê wî amade bûn. Piştî îfadeyên Zekî hate sitendin ji aliyê dadgehê ve hate tahliyekirin.

(bg/eb/rc)