Ji KJA yê banga ji bo piştevaniya akademisyenan

13:59

JINHA

AMED - Daxuyaniya KJA yê ya xwedîderketina li ronakbîran wihaye: "Em vê nêçîra cadiyan a li hember ronakbîran hatî despêkirin şermezar dikin û berxwedana ronakbîran pîroz dikin."

Ji ber ku ronakbîran daxuyaniya bi sernava "Emê nebin hevkarê vî sucî" dane bûne hedefa êrîş û lîncê. Piştevaniya ji bo ronakbîran berdewam dike, bangek jî ji KJA yê hat. Daxuyaniya KJA yê ya xwedîderketina li ronakbîran wihaye;

"Li hember ronakbîran nêçîra cadiyan a hatî despêkirin hemû qirkjiya şerê tê meşandin radixe berçavan. Em weke KJA vê nêçîra cadiyan a li hember ronakbîran hatî despêkirin şermezar dikin û berxwedana ronakbîran pîroz dikin."

(zt)