Birîndarekî li Cizîrê jiyana xwe ji dest da
14:44
JINHA
ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji 3 welatiyên ku topa hewanê ya hêzên dewletê li mala wan ketibû û bi giranî birîndar bûbûn welatiyê bi navê Velî Mujde (38) jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku berxwedana gel li dijî êrîşên hêzên dewletê kete roja 33. Hêzên dewletê vê carê jî topên hewanê avêtin malekî. Li taxa Şahê di encama hewanê de 3 jê giran 6 kes birîndar bûn. Birînadr bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji birîndaran welatiyê bi navê Velî Mujde (38) jiyana xwe ji dest da. Îbrahîm Ozdemîr û Suheyl Sabir ên ku rewşa wan giran e jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Piştî êrîşê gel li kolanan kom bûn û li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dan.
(rc)