Ji bo Aştiyê Feministan bi 6 zimanî gotin 'Em li gel Akademisyenan in'

15:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Aştiyê Feministan li hember êrîşên ser akademisyenên gotine; "Emê nebin hevparê suc" banga: "Em li gel akademisyenên li hember şer aştiyê dixwazin in! Hun jî bibin alîkar!" kirin.

Ji ber ku akademisyenan bi sernava "Emê nebin hevkarê vî sucî" weşandin bûne hedefa êrîş û lîncê. Her diçe piştevaniya ji bo ronakbîran berdewam dike, ji feministan jî piştevaniyek hat. Ji bo Aştiyê Feministan bi 6 zimanî gotin; "Em li gel akademisyenên li hember şer aştiyê dixwazin in! Hun jî bibin alîkar!"

Daxuyanî wihaye; "Em li gel Akademisyenên li dijî şer aştiyê dixwazin in! Akademisyenên ku ji bo aştiyê piştevaniya xwe nîşan dan, di nava çend rojên dawî de ji aliyê derdorên cuda ve rastî gotinên biçûkxistinê tên û der barê wan de lêpirsînên qanûnî û îdarî tên, Em bi metirsî li hedef nîşandana wan û tehdîdkirina wan dişopînin. Ji ber ku akademisyen fikirên xwe bi azadî tînin ziman û aştiyê dixwazin bi gotinên weke 'xayîntiyê' tên sucdarkirin. Bi heman şêweyî akademisyenên îmze avêtine binê daxuyaniyê bi awayeke fîzîkî û derunî rastî hemû tundiya ku dibe ku li hemberî wan pêk bê weke ferminist ev rewş em dixe nava fikaran. Bi vê minasebetê em weke feminist li gel akademisyenên bi cesaret aştî xwestîn û pêşengên aştiyê ne.

Em ê nebin parçeyeke ji şerê li rojhilatê welat di nava çend mehan de derketiye, mafê jiyanê ji destê zindiyan digire, xweza û dîrokê texrîb dike. Em ê mafê jiyanê li ser her tiştî re bigirin, bibin hîmên bingehîn û dengê aştiyê. Em feminîst di her şert û mercan de, ne tenê ji bo rewşa jinan û zayendiya jinan na, em ê li hember hişmendiya deshilatiyê ya ser zayendiyê polîtîkaya xwe diafirîne bisekinin. Em li gel pêşniyara ku jiyana hemû zindiya ser hemû îdeolojiyan re digire ne. Ji bo wê jî em tevlî naveroka nivîsa destnîşanan a akademisyenan weşandi ya ku xwediyê nirxek gerdunî ye dibin û piştevaniya wan dikin.

Feminîst li hember şer derdikevin!
Feminîst aştiyê dixwazin!"

Ji bo yên dixwazin beşdarî kampaniyeya destnîşanan bibin navnîşana bi vî awayiye: https://www.change.org/p/bar%C4%B1%C5%9Fa-destek-ol-sava%C5%9Fa-kar%C5%9F%C4%B1-bar%C4%B1%C5%9F-isteyen-akademisyenlerin-yan%C4%B1nday%C4%B1z?source_location=petitions_share_skip

(zt)