Li Sêrtê 3 cenaze li kolanê ne

16:09

JINHA

SÊRT - Li Sêrtê duh bi şev tîmên taybet ser taxa ulusê de girtin, di serdegirtinê de 5 kes qetilkirin, 2 cenaze birine nexweşxanê, hîna 3 cenaze jî li kolanê tên rawestandin.

Li Sêrtê di çarçoveya konsepta şerê topyekun de pêkanînên rêveberiya awarte xistin dewreyê. Tîmên taybet duh bi şev taxa Ulusê dorpêç kirin û wekî rengê pevçûnê dan û 5 kes qetil kirin. Cenazeyê 3 kesan hê jî li kolanê tên rawestandin. Li bajarê ku pêkanînên rêveberiya awarte ketiye dewreyê taxên Ulus û Conkbayir, Tunas Tepe, Ulku û Sakaryayê jî bi wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin. Hate hinbûn ku polîs taxan rasterast gulebaran dikin û wekî rengê pevçûnê didin. Piştî ku 2 cenaze anîn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê polîsan nexweşxane dorpêç kirin.

Li aliyê din parlamenterên HDP'ê jî ji bo cenaze bên wergirtin bi Walîtiya Sêrtê re hevdîtinê pêk tînin.

(zt)