Yekîtiya Star bi daxuyaniyek 11. salvegera damezrandina xwe pîroz kir

16:37

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînasyona Yekîtiya Star 11. Salvegera demezirandina xwe li tevahiya jinan pîroz kir û bi vê munasebetê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Kordînasyona Yekîtiya Star di 11. Salvegera damezirandina xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da diyar kirin ku, "Di Rojava de bi pêşengtiya Yekîtiya Star dîroka jinê ya resen zindî dibe. Vîna azadiyê, çanda berxwedanê û daxwaza pêşketinê di jinê de pêş dikeve."

'Yekîtiya Star vejîna jinê li Rojavayê Kurdistanê ye'

Di daxuyaniya Yekîtiya Star de wiha hat gotin, "Di dîroka mirovahiyê de jinê gelek pêvajoyên berxwedaniyê pêşxistiye, lê ev berxwedanî hertim rastî tunekirin, qirkirin û çewisandinê hatiye. Di destpêka sedsala 21'an û li ser bingeha tevgera azadiya jinê ku bi raman û felsefa Rêber Apo pêşketiye, dîrok careke din xwe dubare dike û civakbûyîn bi destê jinê û dayika xwedawend xwe zindî dike. Li beramberî desthilatdariyê, koletî û paşverûtiya civakê ku jinê bi zincîra hişmendiya baviksalarî girê dide û di kesayeta jinê de civakê dîl digre, jin serî hildaye. Di Rojava de bi pêşengtiya Yekîtiya Star jin ji nûve vedijê, vîna azadiyê, çanda berxwedanê û daxwaza pêşketinê, her wiha azweriya xwe naskirinê di jinê de pêş dikeve. Ev yek dibe felsefeya nû ya jiyanê ku xwe bi rêxistin bike. Di kesayeta hevala Arîn Mîrkan û gelek hevalên wê de, di qada berxwedanê de rola xwe ya dîrokî di hemû astan de bimeşîne û bibe mînaka berxwedanê û jiyana azad ji cîhanê re."

'Ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşîna xwe bidomînin'

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Di salvegera 11. a damezirandina Yekîtiya Star de em hemû şehîdên şoreşê, şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Salvegera Yekîtiya Star li hemû jinên kurd , jinên Rojava ,tevahî cîhanê, jinên têkoşer di qadên parastinê, her wiha li mamosteyê azadî û aştiyê Rêber Apo pîroz dikin, soza bilindkirina têkoşînê didin."

Navenda Yekîtiya Star bi vê peyamê daxuyaniya xwe bi dawî kir, "Heya ku Rêber Apo azad nebe jin azad nabe, heya jin azad nebe aştî û demokrasî pêk neyê, civak azad nabe. Lewma ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşîna xwe bidomînin û îro tevahiya jinên ku di qadan de vê têkoşînê didin silav dikin, bi taybet li bakurê kurdistanê."

(rc)