'Em ji her kes û tiştên Rozerin ji jiyanê girtin bihêrsin'
17:23
JINHA
AMED - Hevalên Rozerina 17 saliya li Surê hatî qetilkirin û hefteyeke cenazê wê nehatiye girtin gotin: "Emê li hember ên cîhanê ber bi tarîtiyê ve dikêşin temaşevan nemînin. Emê ticarî Rozerin ji bîr nekin. Ger em ji bîr bikin tenê ne cîhana me dê giyana me jî tarî bibe."
Ev mehek û nîve Sur dibin dorpêça leşker, polîsan û tîmên taybet dene. Di 8'ê Çile de Rozerin Çukur a 17 salî jî li Surê qetilkirin. Hevalên Rozerina xwendekara lîsê daxuyaniyek dan gotin: "Li gel ku temenê Rozerin 17 salî jî bû, lê hewildanên wê yên ji bo têgihiştina jiyanê zêdebûn. Yên ew qetilkirin ne tenê welatiyek, di heman demê de welatparêzek, jinek azad a di kolanan de girêdayî gelê xwe qetilkirin. Rozerin nayê ji bîr kirin, dê her dem bîranînên wê di hiş û bîran de zindî bimînin. Em ji hemû kes û tiştên Rozerin ji jiyanê girtine bihêrsin. Em naxwazin Rozerin êdî bimirin. Em pêşerojek a bi fikir û xeyalên Rozerinan dixwazin. Emê vê tarîtiyê biqetînin û derkevin ronahiyê. Emê heskirina Rozerin a jiyanê her dem zindî bihêlin. Daxwaza me qedandina şerê li Kurdistanê tê berdewam dikirin û cenaze bidin malbata an."
Di berdewama daxuyaniyê de pirsa "Çima Rozerin" hati pirsîn û berdewama wê wiha bû: "Emê li hember hêzên cîhanê ber bi tariyê ve dibin temaşevan nemînin. Emê ticarî Rozerin ji bîr nekin. Ger em ji bîr bikin ne tenê cîhana me dê giyana me jî di tariyê de bimîne."
(zt)