Têkoşîna Fatîma Melê yê jiyanê
09:00
Delîla Bagok/JINHA
DÊRIK - Fatîma Melê a ku ji zaroktiya xwe ji herdû lingê xwe astengdare, bi afrîneriya xwe li hember şert û mercên jiyanê ên zehmet têdikoşe.
Gelek jin di nava şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê didin. Yek ji wan Fatîme Melê ji gundê Robariya a girêdayî bajarê Dêrik ya Kantona Cizîrê ye. Fatîme a ku ji herdû lingê xwe astengdare ji 15'e saliya xwe dest bi dirûtinê cil û bergan dike. Fatîme di 30 saliyê xwede dizewice û 4 keçên wê çêdibin. Hevjîna wê piştî 17'e salan ji ber bûyerek qezeya trafîqê jiyana xwe ji dest dide. Fatîme niha di temenê xwe yê 48 saliye û bêy ku xwe muhtacê mêr bibîne bi dirûna cilan xwe û zarokên xwe xwedî dike.
'Xebat baweriya kêm dîtinê ji holê rakir'
Fatîma Melê wiha qala serûveniya jiyana xwe ji ajansa mere kir, "Ji zaroktiya xwe ez ji herdû lingê xwe astengdarim. Her ku mezinbûm bandorek giran li ser jiyana min kir. Ji ber lingê xwe min nedikarî bi cihek ve biçim û bi tiştek din re mijûl bibim. Bêhna min jî gelek li malê tang dibû. Dûvre min ji bavê xwe re got ji min re makîneyê cil dirûnê bîne. Ji bo min despêka jiyanek nûbû ku pêre mijûlbibim û afrîneriya xwe derînim holê. Xebat baweriya kêm dîtinê ji holê rakir û evîna min a li hember jiyanê mezin kir."
'Xebat û sekna min bandorek li ser mirovan kir'
Fatîma da zanîn ku ligel astengdariya xwe dirûtina cil û berg bandorek ser mirovan çêkiriye û wiha domkir, "Xwendin û nivîsê min nîne, lê tîpan û hijmaran ji hev derdixim. Gel bi xebat û sekna min bandor dibin. Dirûtina her cilek sê ango çar saetê min digre. Di temenê xwe yê biçûk de min zêdetir cil didrût, niha ji ber nebûna elektrîkê nikarim bixebitim. Pirsgirêkê min a tenduristiyê jî êdî wek berê dest nade bixebitim."
Fatîme anî ziman ku ew bi keda xwe zarokên xwe mezin kirine û bang li jinan kir ku bawerî bi hêza xwe bînin û wiha dawî li gotina xwe anî, "Ligel astengdariya xwe ti car min xwe muhtacê kes nekir, ji ber min bawerî bi hêza xwe anî. Niha jî zarokê min diçin zanîngehê. Gelek min zehmetî dît lê niha ez encamên baş dibînim û ev yek moralê dide min. Her jinek dikare vê yekê bike. Divê jin bawerî bidin hêza xwe û berpirsyariya jiyanê hildin ser milê xwe."
(rc)