Jinên di grevê de: Divê her kes dengê xwe bilind bike

09:13

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Jinên Edenê bi armanca balê bikşînin ser komkujî û dorpêça ser bajarên Kurdistanê 2 roj grevê birçûbûnê dan despêkirin. Jinan bêdengiya bajarên tirkiyê destnîşan kirin û wiha gotin, "Em banga hişyariyê hember komkujiyan li gel dikin."

Li Edenê Partiya Sosyalîst ên Bindest (ESP), Komeleya Çanda Elewiya (AKD), Federasyona Gelên Demokratîk (DHF), Partiya Şoreşgeran, Komeleya Mafê Mirovan (İHD), Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Komeleya Dersimê, Partiya ji Nûde avakirin yê Sosyalîst (SYKP), Partîzan, Kaldiraç û Hewildana Partiya Azadiya Civakê ji duh ve bi armanca balê bikşînin ser qetilam û dorpêça li bajarên Kurdistanê dest bi greva birçûbûnê ya du roj kirin. Çalakvanên ku li Şaxa ÎHD'ê ya Edenê dest bi grevê kirine gotin, "Ji bo dawî li qetilaman bên divê herkes bikeve nava hewldanê de."

'Xwerêveberin pêdiviyê tevahî gelane'

Endama Meclîsa Jinên Sosyalîst Tûlîn Şahîn diyar kir ku divê gelên tirkiyê hember komkujiyên li Kurdistanê pêk tên dengê xwe bi hêz derxin û wiha got, "Li bajarên tirkiyê deng nedayîna siyasetên rastgir, ne hişyarbûna wan û di warê gel zana kirinê de pirsgirêkên cidî hene. Li Kurdistanê jin, zarok, pîr, ciwan bi hinceta xendekan tên qetil kirin. An em dizanin li pişt wan xendekan berxwedanek çawan tê raber kirin. Gel ji bo parastina xwe pêk bîne têkoşînek çawan tê dayîn em dizanin."Tûlîn destnîşan kir ku divê xwerêveberin bi xendekan ve neyê girêdan û wiha pêde çû, "Xwerêveberin pêdiviyê tevahî gelê herêmê ye. Ji ber vê divê gelê tirkiyê hişyar be û piştgirî bidin gelê Kurdistanê.

'Sedema êrîşa hember jinan tirsa wan diyar dike'

Ji ciwanên zanîngehê Beyhan Postalci balê kêşa ser qetilkirina jinan û wiha got, "Dayîkên me bi alên spî tên kuştin, zarokên di zikê dayîkê de tên qetil kirin. Zîhniyeta ku li Kurdistanê jinên bê parastin qetil dike li bajarên Tirkiyê jî jinên şoreşger qetil dikin. Sedema êrîşa wan ya li hember jinan tirsa wan diyar dike." Beyhan bilêvkir ku divê her kes li hember komkujiyan dengê xwe bilind bike.

'Leşker û polîsên ku dimrin jî dewlet wan dikûje'

Endama HDP'ê Gûlsûm Kiliç jî bertek li hember polîtîkayên şer raber kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dewlet bi qasî ku kurdan qetil dike tirkan jî dikûje. Polîs û leşkerên ku li Kurdistanê tên kuştin bi destê dewletê ye. Ka zarokek yê rayedarên dewletê heye gelo? Ên ku tên kuştin tev jî zarokên vî gelîne."

Endama Partiya Şoreşger Saîme Uçar jî bang li tevahî jinên şoreşger kir ku li hember komkujiyên Kurdistanê deng derxin û helwesta xwe nîşan bikin.

(rc)