Konferansa Yekîtiya Star bi dawî bû

10:00

JINHA

EFRÎN - 3. Konferansa asayî ya Kantona Efrînê a Yekîtiya Star di 11. salvegera damezirandina wê de bi durûşmeya 'Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye' hate lidarxistin.

3. Konferansa asayî ya Yekîtiya Star li Kanotna Efrînê di 15'ê mehê de hate liderxistin. Konferans li salona Şehîd Rûken bi tevlîbûna 173 endaman û mêvenan hate meşandin. Di konferansa Yekîtiya Star de di serî de gotarek ji nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di derbarê jinê de hate xwendin û paşê jî rapora xebatê ya salekê a Yekîtiya Staryê li Kantonê hatî meşandin pêşkêş bû.

Biryardariya jinan mohra xwe li nîqaşan xist

Beşdarên konferansê piştî bidestgirtina rewşa xebatê, nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo pêşxistina rêxistina Yekitiya Star anîn ziman. Yek ji biryarên girîng ku bi tevdengî hate qebûlkirin vekirina duyemîn Akademiya Yekîtiya Star bû ku jinan girîngiya perwerdeya jinê kirpandin. Berdewamkirina perwerdeyên fikrî yên jinan hate destnîşankirin û her wiha pêwîst hate dîtin ku komînên zarokan jî were vekirin. Avakirina komîteyên jinên Ciwan jî yek ji biryarên girîng ên konferansê bû.

Jinan li dijî êrîş û zextên rejîma Îranê li ser girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan biryar girtin ku bi awayeke berfireh têbikoşin û tevlî kampanya îmze komkirinê bibin. Wek rojeva dawî ya Konferansê de rêveberî hate hilbijartin û konferans bi gerandina govend û dirûşmeyan bidawî bû.

(re-fr/gb/rc)