Amed dê ji bo piştgiriya Sûrê bimeşe
11:40
Çile
16
/ 2016
JINHA
AMED - Li Amedê dê sibehê ji bo pişgirtiya berxwedana Sûrê ku ev 46 roj in berdewam dike ber bi navçeyê ve meş bê lidarxistin.
Li Amedê hêzên dewletê ev 46 roj in hewl didin ku berxwedana xwerêveberiyê ya gela li navçeya Sûrê bikişênin. Amedî ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana navçeya Sûrê ya bi pêşengiya YPS'ê dê sibehê meş bê lidarxistin.
Meşa ku DBP, HDP, KCD û KJA organîze dike dê sibehê saet di 14'an de li ber AZC Plaza ya Yenîşehîrê dest pê bike û ber bi Sûrê ve bimeşin.
(rc)