Jinan li Hesekê salvegera damezrandina Yekîtiya Star pîroz kirin
11:56
JINHA
HESEKÊ - Rêxistina Yekîtiya Star bi boneya salvegera 11. avakirina xwe li navenda Xabûr a TEV-Çandê ya bajarê Hesekê şahiyek li dar xist.
Li navenda Xabûrê bi beşdariya dehan jinên bajêr merasîma 11. Salvegera Yekitiya Star hate li darxistin. Navenda Xabûr bi posterên têkoşeran , alên Rêxistina Yakêtiya Star û afîşên ku berxwedana jinan pîroz dike hate xemilandin. Merasîm bi coşeke mezin destpêkir, jinan ji bo şehîdên şoreşa azadiyê deqîqeyekê rêzgirtin û bi ser navê rêveberiya Yekîtiya Star ya bajarê Hesekê Şêrîn Oso axivî. Şêrîn Oso di serî de 11. Salvegera Yekîtiya Star li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî: ''jina rêxistinbûyî jina serketî ye. Ti hêz nikare berxwedana me jinan bişkîne. Jin gihîştiye azadiyê û nemumkin e dest ji vê asta xwe berde' Şêrîn Oso di berdewamiya axaftina xwe de got 'ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe hîna bilindtir bikin. '
Yusra Ilyas rêvebera TEV-DEM'ê ya bajarê Hesekê jî axaftinek kir û da zanîn :'Navê Bajarê Hesekê bûye bajarê vîna jinan, jinên ku bi îrada xwe ev hemû destkeftî bidest xistin.'
Yusra wiha axaftina xwe bi dawî kir: 'Her dem serhildanên me Kurdan bindiketin, ji ber ku îradeya jinê tê de tunebû, lê vaye îro şoreşa me bi serdikeve, ji ber îradeya jinan esas e'
Endama Yekîtiya Star Enûd Qeryo salvegera Yekîtiya Star li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî: 'Jinên Yekîtiya Star mînaka jinên qehreman in û bi berxwedana wan dê jin bi tevahî rizgar bibin.'
Xanim Îsa endama Yekîtiya Star jî salvegera Yekîtiya Star di serî de li Rêberê PKK Abdullah Ocalan û hemû jinan pîroz kir û serkeftin ji hemû jinan re xwest û wiha gotina xwe berdewam kir: 'Ez bi hêvîme ku ev sal êdî sala serkeftina hemû jinan be.' Xanim Îsa di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin:' Wê têkoşîna me serkeve, bi îradeya dayikên şehîdan ên ku şehadeta zarokên xwe bi tilîliyan pêşwazî kirin teqez em ê ber bi azadiyê ve biçin.
Şahiya pîrozbahiyê bi stranên şoreşgerî û dîlana jinan dewam kir. Dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" ji hêla jinan ve hate berzkirin û şahî bi coşeke bilind bi dawî bû.
(gb-ee/rc)