Zarokê birîndar 16 saete li benda abolansê ye

13:09

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeyê Cizîrê zarokê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndar kirin ev 16 saet in destur nayê dayîn bibin nexweşxaneyê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku êrîşên hêzên dewletê 34 roj in berdewam dike duh şevê li taxa Nûrê di topebaranê de zarokêkî 16 salî hate birîndarkirin û ji ber ku destur nayê dayîn ambulans nikarin bikevin taxê û 16 saet in li taxê ye. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz şeva borî li qaymeqamiya Cizîr û Midûriyeta Polîsan a Cizîrê digere jî destur nayê dayîn ku ambulans bikevin taxê.

Zarokê birîndar li taxê bi derfetên welatiyan tê dermankirin lê rewşa wî her diçe girantir dibe.

(zt)