Li Cizîrê cenazê 2 zarokan defin kirin
14:04
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê zarokên bi navê Yusuf Akalin (12) û Buşra Akalin (10) ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, hatin definkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê duh topên hewanê avêtibûn maleke li taxa Dagkapi û zarokên bi navên Yusuf Akalin (12), Dîlan Akalin (8) û Buşra Akalin (10) bi giranî birîndar bûbûn. Ji zarokên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û ji wir jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê Yusuf Akalin û Buşra Akalin jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên zarokan anîn Cizîrê û li Goristana Taxa Dagkapi definkirin. Tenê malbatan karîn tevlî definkirina cenazeyan bibin.
Hate hinbûn ku rewşa Dîlan Akalin giran e û xetereya jiyana wê didome.
(zt)