Li Sêrtê êrîşî welatiyên xwestin cenazeyan bigirin kirin
14:40
JINHA
SÊRT - Ji 5 kesên ku li Sêrtê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, Cemal Oguz ji aliyê malbata xwe ve hate teşhîskirin.
Li Sêrtê, ji 5 kesên ku di operasyona polîsan de hatin kuştin nasnameya kesekî din jî zelal bû. Malbata Cemal Oguz a ku hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê, zarokên xwe teşhîs kir. Hate zanîn ku piştî cenaze were wergirtin, dê li Goristana Zevya ya Sêrtê merasîma cenazeyê were kirin. Gelek polîs û wesayîtên zirxî sewqî Meydana Cumhuriyetê hatin kirin. Dema ku welatiyan xwestin cenazeyan bigirin rastî mudaxeleyê hatin. Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca bertek nîşanî êrîşê da.
Mudurê polîsan ji bo Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca got: "Hun 3 kesan jî kom bikin emê mudaxele bikin. Dema ku 5 terorist hatin qetilkirin hun li ku bûn. Hedê xwe bizanin. Hun ji dewletê muçe digirin û tên cenazeyê 5 teroristan bigirin."
Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca û gelek welatî ji bo definkirina Mucahit Ongul ber bi gundê ZivZivê yê Şirvanê ve ketin rê.
Hîna nasnameya her 3 kesên dinê nehatiye zanîn, dorpêça ser bajêr berdewam dike.
(zt)