Jin ber bi Surê ve dimeşin
14:46
JINHA
AMED - Jinên ku çalakiya kedkarên tenduristiyê ziyaret kirin bi diruşmeyan ber bi Surê ve dest bi meşê kirin.
Jinên beşdarî çalakiya nobetê ya kedkarên tenduristiyê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê 24 rojin berdewam dike bûn ber bi Surê ve dest bi meşê kirin. Jinên ku di navê de endamên KJA yê, tenduristvanên ji Wan û Enqerê hatine, Egitim Sen, kedkarên tenduristiyê yên endamên SES'ê jî di navê de heyî li gel jinên Amedê li ber şaredariyê kombûn û ber bi Surê ve dest bi meşê kirin. Jin bi diruşmên weke "Bijî berxwedana Sur ê", "Hun nikarin mafê tenduristiyê asteng bikin", "Emê bi berxwedanê serkevin" û "Jin jiyan azadî" dimeşin.
(zt)