Çalakiya malbatan a gireva birçîbûnê di roja 15 de berdewam dike

14:59

JINHA

AMED - Li navçêya Sura Amedê zarokên ji aliye dewletê ve hatin qatilkirin, cenazê wan nadin malbatan. Ji bo helwêsta dewletê malbat ev 15 rojin di gireva birçibûnê denin. Malbatên ku di girevê de nin tenduristiya wan berbi nebaşiyê ve diçe.

Êrîş û dorpêç bê navber ev 46 rojin li ser Sur a Amedê berdewam dikin. Mesut Seviktek ku ev 25 rojin cenaze wî li kolanên Surê Îsa Oran (18) roj, Ramazan Ogut (9) rojin malbatên ku nikarin cenazeyên xwe bigrin ev 15 rojin gireva birçîbûnê berdewam dikin. Malbatên ku gireva birçîbûnê berdewam dikin çiqas diçe tendustiya wan ber bi nebaşiyê diçe. Malbatan wiha gotin; "Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin, bila dorpêça li ser Surê were rakirin, ji bo em jî bikarin cenazê zarokên xwe bigirin.

Malbat ji aliyê gel ve tên ziyaretkirin û îro jî sê wesayît ji Stenbolê dê werin malbata ziyaret bikin.

(dt/zt)