Li Cizîrê 2 welatiyên dinê jî qetilkirin

16:14

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê êrîş giran bûn 2 welatiyên dinê jî qetilkirin. Zarokê duh birîndarbûyî hîna nikarin ji nava taxê derxînin.

Li Cizîrê êrîş giranbûn. Ser girên derdora navçeyê topbaran berdewame, ser taxên Nur, Cudî û Surê topbaran berdewam dike. Di êrîşên tang û topan de 2 welatiyên dinê jî qetilkirin. Gelek mal bûne hedefa êrîşên topan û hatine xirakirin.

Zarokê birîndar li benda mirinê hêlane!

Zarokê duh bi şev di êrîşê de birîndar bûyî ji ber êrîşên giran hîna di nava taxê de tê girtin.

(ekîb/zt)