Li Qamişlo ji bo salvegera avabûna Yekîtiya Star civîn

17:16

JINHA

QAMIŞLO - li Mala Gel a Taxa Kornîş a Qamîşlo ji bo salvegera damezirandina rêxistina Yekitiya Star civînek hat lidarxistin.

Bi munasibeta 11. Salvegera damezirandina Yekîtiya Star li gelek bajar û navçeyên Rojava şahî û civîn têne lidarxistin. Bi heman armancê li Mala Gel a Taxa Kornîş a Qamîşlo civînek hat lidarxistin. Di civînê de li gel rêveberiyên Komûn, meclîsan û endamên mala jinê jî gelek jin ameda bûn. Di destpêka civînê de ji rêveberiya Yekîtiya Star Henîfe Mihemed axaftin kir. Henife di serî de salvegera Yekîtiya Star li hemû jinan piroz kir û gotinên xwe wiha domand; "Yekitiya Star 11 salên xwe derbas kir. Di van salan de guhertin û vequhertinên dîrokî pêşxist. Her wiha di kêleka van xebatan de me wek Yekîtiya Star karî nasnameya jina azad nîşanî tevahiya cîhanê bidin."

(zk)