Dê jin çalakiya tenduristvanan dewir bigirin
17:20
JINHA
AMED - Li navçeya Sur a Amedê ku êrîş û dorpêça dewletê zêde dibin tenduristvan ev 24 rojin di çalekiyê de nin. Endamên KJA, SES, Egitim Sen ê jî di navê de gelek jin hatin qada nobetê.
Li navçeya Sur a Amedê ku ev 46 rojin dorpêç berdewam dike, çalakiya tenduristvanan jî bi durişme "Li hember mirinê jiyan li hember reş spî " ket roja 24'an de. Tendurstvan li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê berdewam dike. Tendursitvan li ber şert û mêrcên giran ên zivistanê çalakiya xwe bi sohbet û nîqaşa li dora agir bi berxwenek mezin berdewam dikin. Her roj di derbarê mijarê de forum çedikin. Gel tendurstvanan bi tenê nahêlin, îro jî endamên KJA, SES, Egitim Sen jî di navê de gelek jinên Amedê destek dan tenduıristvanan.
Komîta Tendurstiyê ya Meclisa Tenduristiyê ya KJA û SES'ê nobet dewr girtin. Jinên tevlî çalekiyê bun wê ji bo dorpêça Surê meşekê li darxin.
(dt/zt)