Li Cizîrê ne mirin çîrokek jiyanê ye Abdulselam...
09:12
Mizgin Adım/JINHA
ŞIRNEX - Paşê ez hînbûm ku berî Abdulselam bê qetilkirin min dîmenên wî kêşane. Dema ku min dîmenên Cizîrê giştî dikişan Abdulselam di "Qoroya Berxwedanê" de cîh girtiye. Abdulselam li kolanan hatî qetilkirin dîlan digerand û digot, "Ezê axa xwe neterikînim" dawiyê jî neterikant.
Di roja 35'an de berxwedana Cizîrê berdewam dike, her roj em şahidiyê ji mirina mirovan re dikin. Di şertên zor nava parçeyên topan û gulebaranan de em agahiya mirinan dibihîsin û hewil didin xwe bigirhînin cihên wan. Di ber ku baldariya li hemberî mirinê kêm bûye, lê her mirovên ku em lê dinêrin her mirovek çîrokek wan a jiyanê heye. Her tiştên em li vêderê dibînin, ji hêrsa ciwanekê, xeyalên pêşeroja zarokekê heya tiştên ku kalekê di tevahiya temenê xwe de bi çavên xwe nedîtî hemû dikarin ser rupelên dur û dirê bên nibîsîn û bibin mijara romanan. Weke nûçegihan ji bo nivîsîna van ne dem û ne jî cîh heye. Em hewildidin wan kêliyên germ di nûçeyên xwe de bidin cîh kirin.
Abdulselam Yilmaz sifreya xwe nîco hêla
Berî 4 rojan dema ku Abdulselam Yilmaz, li mala xwe ser sifira xwarinê top hat bi malê ket, ji ber parçeyên topê jiyana xwe jidest da. Ew sifre ji aliyê yên ku Abdulselam hêvî dikirin dê wî rizgar bikin ve hat rakirin. Dema ku me bûyer bihîst, em çun cihê bûyerê Abdulselam jiyana xwe jidestdabû, bedena wi ya bêcan radikirin. Lê jinek 90 salî di nava wê toz û dumanê de razayîbû. Jinek a taxê ez birim wê derê û hewilda wê jinan di nava wê tozê de rake, lê hêza wê têrê nekir û got "Ezê biçim banga alîkariyê bikim." Ez du saet li bin serê jina ku heya hindirê devê wê jî tejî toz bûyî, jiyan ji bo wê vegeriyayî îskenceyê, min dengê nalîna wê guhdarî dikir, li wê xwarina wê ya nîvcomayî û parçeyê canê Abdulselam yên ji ber topê parçebûyî dinêrî. Belê ev dîmenên Cizîrê ne. Xwarina wan a nîvrojê ku di nîvî de mayî makarmaye, di hindirê malê de parçeyên goşt heye, pişîkek birçî ji bo wê kete hindir, hîna ez li ber serê jinê bi bêdengî rawesiyame. Ez li pişîkê dinêrim dê ji erdê çî bixwe, dengê topek dinê hat, bi nengê topê re pişîk ji malê derket, wê kêliyê bêdengiya ser Taxa Nurê başkêşe.
'Ne abolans top hat bi mala me ket'
Ji nava taxa xwediyê 25 hezar şêniyê tenê dengê çekan bilind dibe. Êdî dengê zarokan nayê bihîstin, tenê em bi agahiya mirinê dizanin mirov li nava taxê dijîn. Bajarek li ber çavê me hilweşiyayî, bi gotinên "Parastina mal û canê welatiyan dikin" lê li holê ne mal û ne jî can nemaye. Piştî saetan keça Abdulselam Perîhan û cîran bi hev re gihan cihê bûyerê. Perîhan bi xemgînî dibêje; "Li ber çavê min bavê min giyan da." Piştî mirina bavê xwe Perîhan şoq derbazdike û piştî saetan nû tê bîra wê dayîka wê li peyî wan di malê de mabû. Perîhan fayîkeyê bavê xwe yê ji piştê ve hatî parçekirin li xwe kiriye û dibêje: "Ezê vî fayîkî ticarî ji xwe nekim." Perîhan destnîşan kir ku beriya bûyerê bi saetan wê ji bo xaltiya xwe ya nexweş gazî abolansê kiriye û wiha domand: "Me abolans xwest lê li cihê abolansê top hat bi mala me ket."
Paşê ez hînbûm ku berî Abdulselam bê qetilkirin min dîmenên wî kêşane. Dema ku min dîmenên Cizîrê giştî dikişan Abdulselam di "Qoroya Berxwedanê" de cîh girtiye. Abdulselam li kolanan hatî qetilkirin dîlan digerand û digot, "Ezê axa xwe neterikînim" dawiyê jî neterikant.
(zt)