'Bila em bi mirina zarokên xwe saltanata wan zêde nekin'

09:13

Zeynep Akın/JINHA

ÊLIH - Dayîkên Aştiyê diyar kirin ku ji salên 90'an heya niha nêzîkatiya dewletê li cenazeyan hemane, bang li dayîkên leşker û polîsan kirin û gotin: "Bila êdî zarokên me nemirin. Bila em bi mirina zarokên xwe saltanata wan zêde nekin."

Dayîkên Aştiyê li hember polîtîkaya şerê li Kurdistanê tê meşandin disekinin û ji bo rakirina dorpêçan band dikin. Meclia Dayîkên Aştiyê ya Êlihê da zanîn ku di şer de dewlet zarokên feqîran bikartîne, bang li dayîkên leşker û polîsan kirin û wiha gotin: "Bila li ber çavên me zarokên me yên me bi zoriyan mezinkirî nemirin. Bila em bi mirina zarokên xwe saltanata wan zêde nekin."

Ji Dayîkên aştiyê Melahat Sarhan, destnîşan kir ku berî çend mehan pêvajoya aştiyê hebû kes nedimirin û wiha domand: "Ev şer ji bo çî despêkir gelo ji bo sivîlên tên qetilkirin xemgîn nabin? Ji ber zarokên Serokomar, Serokwezîr û wezîran di vî şerî de cîh nagirin ji bo wê ye wiha rehetin. Yên dimirin leşker, polîs, gerila û sivîlin, hemû zarokên me ne. Ez bang li dayîkên leşker, polîs û hemû tirkan dikim werin destê jinên kurd bigirin, em bi hev re vî şer û xwînê bidin sekinandin."

'Divê tecrîda ser Ocalan bê rakirin'

Melahat bilêv kir ku tenê rêya rawestandina vî şerî rakirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: "Bila ser masê bi Rêberê gelê kurd re runin vê pirsgirêkê çareser bikin. Ez bang li dayîkên kurd, tirk, leşker û polîsan dikim; zarokên gel dimirin ji bo wê jî werin em pêşiya vî şerî bigirin. Bila êdî zarokên me nemirin. Bila em bi mirina zarokên xwe saltanata wan zêde nekin. Me zarokên xwe ne ji bo wî mezinkirine. Me malbatên leşkerên dimirin dîtin hemû jî feqîrin. Ger bi rastî vî şerî ji bo gelê tirk dikin bila Bilal Erdogan jî bişînin leşkeriyê."

'Hîna ez li peyî hestiyê du zarokên xwe digerim'

Ji Dayîkên Aştiyê Feleknas Batur jî anî ziman ku divê kes li hemberî vî şerî bêdeng nemînin û wiha dom kir: "Gelo ma jin û zarokên li Sur, Cizîr û Silopiya tên qetilkirin nabînin? Heta zarokên di zigê dayîka wan de qetil dikin, gel bê av û xwarin dihêlin. Bila hinek li vê zilmê binêrin û destê xwe bidin ser wijdana xwe."

Feleknas destnîşan kir ku ew hîna li hestiyên du zarokên xwe yên di salên 90'an de windakirî digere û wiha pêde çu: "Em 3 rojan di rê de man, destur nedan em cenazeyên xwe bigirin, gelo ev wijdanek çawaye. Ez li hestiyên zarokên xwe yên berî 25 salan windabûyî digerim, hîna min nedîtine. Ev ne mirovin. Ma gelo dewletek a ji wan re bêje bese nîne, heya kengê dê wiha berdewam bikin."

(zt)