'Niha ji bo Sur, Silopi, Cizîr û Farqînê jî dema piştevaniyê ye'

09:42

JINHA

AMED - Li Komeleya Piştevaniyê ya Rojava ji bo Sur, Farqîn, Cizîr, Silopi, Nisêbîn, Dêrik û navçeyên dinê alîkarî berdewam dike. Hevseroka Komeleyê Zerife Ozbekli got: "Em li benda alîkariya gelê xwe û mirovên xwedî wijdan ên wekheviya gelan diparêzin in."

Ji ber şerê demdirêje li Kurdistanê berdewam dike gelek mal hatine rewşa êrî neyên xebitandin. Komeleya Piştevaniyê ya Rojava li Amedê ji bo Sur, Farqîn, Cizîr, Silopi, Nisêbîn, Dêrik û navçeyên dinê kampaniyeya alîkariyê bi berfirehî dane despêkirin. Di derbarê kampaniyeya berî 2 hefteyan hatî despêkirin de Hevseroka Komeleyê Zerife Ozbekli da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê di serî de mafê jiyan, hewandin, tenduristî, xwarin û vexwarinê hatiye binpêkirin û her diçe ev binpêkirin zêde dibin.

'Em li benda alîkariya yên wekheviya gelan diparêzin in'

Zarife di derbarê giringiya kampanyayê de wiha axivî, "Ji bo kampaniyaya me dayî despêkirin, em li benda alîkariya gelê xwe û mirovên xwedî wijdan ên wekheviya gelan diparêzin in. Yên dixwazin alîkariya erzaq bidin di karin paketên erzaq ên bi 50 TL yan ji marketên Amedê bigirin û bidin depoya me ya li Sumerparkê. Ji derveyî bajêr jî bi rêya kargoyê dikarin yan bi rêya navnîşana me yan jî bi rêya firmayên otobusên tên Amedê bigihînin me."

'Divê ji bo aştiyê hevdîtinên pêwîst bên kirin'

Zarife bilêv kir ku bi qasî alîkariyê divê ji bo avakirina şertên aştiyê jî xebat bi lez bên kirin û wina domand: "Beriya her tiştî divê qedexeya derketina kolanan rabe û dawî li binpêkirina mafê jiyanê bê. Divê ji bo aştiyê ji nû ve hevdîtin bên kirin."

Zarife bang li hemû mirovên xwedî wijdan kir ku alîkariya xwe bigihîne komeleya wan û wiha berdewam kir: "Di pêvajoya Şengal û Kobanê de alîkariyek baş dihat komeleya me. Divê ew baldariya wê demê gelê me nîşandayî niha jî bi heman şêweyî ji bo Sur, Farqîn, Cizîr, Silopî û Nisêbînê jî nîşan bidin. Şêwirmendiya gelê kurd mijarek gelek giringe. Ji bo koçberan divê yên du malên wan heyî, malekê bi awayek demî bidin, heta yên odeyek wan zêde jî dikarin bêjin hinekan bigirin wê odeya xwe û bi hev re par bikin.

Ji bo piştevaniyê awayê gihandinê û hesabê bankayê wihaye:

Navnîşan: Lise Caddesi Ali Emiri 4. Sokak, Kupik Apt. Kat: 2-Yenişehir-Diyarbakır
email: rojavadernegi@outlook.com
İrtibat telefonları: GSM: 0534 0122160

TEL.0 412 229 17 86

Nimara hesabê banka yan:
İş Bankası Ofis / Diyarbakır Şubesi TL IBAN Hesabı: TR96 0006 4000 0018 3030 8933 06
Ziraat Bankası Ofis /D.bakır Şubesi TL IBAN Hesabı: TR73 0001 0011 5070 4108 9850 01

(zt)