'Tu jî kevirek hilde û jiyana azad ava bike'

09:45

JINHA

MÊRDÎN – Li Nisêbînê zarokên temenê wan di navbera 7-15’an de diguhere ji mezinan bêtir kedê didin çêkirina barîqatan. Hin zarok barîqatan ji xwe re wek lîstik dibînin û hin zarok jî wek karê xwe yê bingehîn dibînin. Zarok jî wek mezinan bi gotina “Tu jî kevirek hilde û jiyana azad ava bike” dest bi kar dikin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji destpêka berxwxedana xweseriyê heta niha ji kesên herî zêde kedê didin yek jî zarok in. Zarok ji aliyekî ve li pişt barîqatan dilîzîn û li aliyekî jî bi rûhê berxwedanê kevirên barîqatan didin ser hev. Keda zarok didin çêkirina barîqatan pêşeroja hêviyên azadiyê di rûyê wan de xuya dike. Coşa zarokan a li nav barîqatan hêjayî dîtinê ye.

Li nav barîqatan zarokên ken şîrîn

Zarok jî wek dayik, bav û hêzên parastinê YPS’ê bi gotina “Tu jî kevirek hilde û jiyan azad ava bike” dest diavêjin kar. Zarok dem bi dem kêliyên henekan derbas dikin û dem bi dem jî stranên berxwedan û sirûdên azadiyê dibêjin. Zarok li ber strana di nav avakirina barîqatan de cih digirin. Herî zêde jî zarokên bajarê berxwedêr ên Nisêbînê ku li taxên xweser dijîn dema li bera kamereyan û wênekêşê diçe ser wan kêjxweşiya herî mezin dijîn.

(bg/eb/zt)