Dayîkên Nisêbînî: Xendek nebûna em niha zûde hatibûn qetilkirin

09:51

JINHA

MÊRDÎN – Dayikên bi mêvandarî hatin Nisêbînê destnîşan kirin ku dê berxwedana gelê kurd bi ser bikeve û dê êrîşên dewletê têk biçin. Jinan daxuyandin ku ger hendek nebûna dewletê dê heta niha gelek ji wan qetilbikirina û dê heta dawiyê têkoşînê bidomînin.

Êrîşên dewletê yên tevkujiyê li Kurdistanê berdewam dikin. Li hemberî êrîşan bexwedana gel jî di astek destanî de didomin. Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di berxwedana gel de yên herî zêde derdikevin pêş jî dayîk in. Dayika bi navê Makbule Gumuş diyar kir ku yê li hember van êrîşan bi ser bikeve gelê kurd e û got ku dê li welatê wan zilm têk biçe. Makbule anî ziman ku dilê wan bi berxwedana gelê kurd re ye û dê lingê xayinan bişkê û ew dê jî bigîhîjin armanca xwe. Makbule bi gotina “Her bijî berxwedan, serhildan û bijî Serok Apo” dawî li axaftina xwe anî.

Dayika bi navê Heyhan Yuzer jî ya ku bi bêvanî hatiye Nisêbînê destnîşan kir ku serkeftin a gelê mezlum û kurd e. Heyhan da zanîn ku kesên li ser wan zalimiyê dikin dê roja mehşerê di agirê dojehê de bişewitin. Heyhan destnîşan kir ku ew şer naxwazin û ew dixwazin aşîtiyek mayînde pêk were. Heyhan got ku ew li Bursayê jî her tim guhê wan li ser geşedanên Kurdîstanê ye û ev tişt anîn ziman: "Em kêlî bi kêlî rojeva Kurdîstanê ya berxwedanê dişopînin û li Bursayê di nav berxwedanê de ne."

‘Hendek nebûna em niha zûde hatibûn qetilkirin'

Jina bi navê Gulê Ozdemîr jî bilêv kir ku ji ber êrîşên dewletê nikarin di mala xwe de bisekinin. Gulê destnîşan kir ku Erdogan ji aliyekî ve dibêje ‘Kurd birayê min in’ û di aliyekî ve jî bi şerekî talankerî êrîş dike. Gulê anî ziman ku xendek û barîqat li hember êrîşe dewletê hatine çêkirin û wiha axivî: “Em li pişt barîqatan bi ewle ne. Em neçarin ku xwe bi xendek û barîqatan biparêz in. Ne ji xendek û barîqatan ba niha em zûve ji aliyê dewletê ve hatibûn qetilkirin. Em ji ser axa xwe narevin û naçin tu deverê. Ev der axa me ye em ê li vir bijîn.”

Gulê daxuyaniyên dewletê yên ku ji kurdan re dibêjin “terorîst” bi bîr xist û wiha domand: “Yê terorîst hebe ew jî dewlet û rayedarên dewletê ne. Em hemû zarok û jin in me qetil dike, lê ji me re dibêje terorîst in. Kesên dikin terorîst hemû li ber derê malên xwe tên qetilkirin.”

(bg/eb/zt)