Li Enqerê atolyeyên parastina cewherî belav dibin
10:27
Oyku Dilara Keskin/JINHA
ENQERE - Li hember şideta mêran jinan dest bi qursa parastina cewherî kirine. Ji ber eleqeya zêde ya li hemberî parastina cewheriya li Mala Gel tê dayîn û ser daxwazên jinan atoliyeyên parastina cewherî li gelek semtan tên dayîn. Meryen Yilmaz got: "Jin dixwazin derkevin derve û azad bibin, ev jî bi parastina cewherî despêdike. Parastina cewherî di ferqêdebûn. Dê qursên me yên ser vê mijarê berdewam bikin."
Li her derê jinan li hember hişmendiya deshilatiya mêran a êrîşkar dest bi parastina cewherî kirine. Her roj 5 jin tên qetilkirin, ji bo jin li hemberî qetilkirinan, tacîz û tecawîzan bisekinin û parastina jiyanê xwe rêxistin dikin. Qursên parastina cewheriyên jinan ji bo parastina xwe dane despêkirin her diçe berfireh dibin. Jinên ku despêkê atoliyeya parastina cewherî li Mala Gel a Batikenta Enqerê dan her diçe berfireh dibe. Dê li Mala Gel jin bi diruşma "Li hember tacîz û şidetê jin di parastina cewherî denin" waneyên boksê bidin. Ji bo qursa ji aliyê Mala Gel a Dikmenê ve hatî despêkirin her diçe serlêdan zêde dibin.
'Divê em herêmên jiyanê fireh bikin'
Ji jinên Mala Gel Meryem Yilmaz wiha axivî; "Weke jin gotinên kevneperest ser beden û nasnama me heye. Di aliyê deshilatî û civakê de tindî ser jinan heye. Heya deshilatî neyê guhertin dê gotinên zayendî ser jinan neqedin. Ji bo wê jî divê em jin li hemberî vê qadên tekoşînê berfirek bikin."
'Li hember şidetê parastina cewherî!'
Meryem destnîşan kir ku ji bo jin xwe biparêzin, li cihê li gel xwe rakirina gaza îsotê û kêran bila parastina cewherî pêşbixin û wiha domand: "Li gel Ozgecan gaza îsotê jî hebû. Lê ev têr nebû ji bo parastina wê. Divê em bi hêza xwe parastina xwe bikin. Divê em li hember tacîz û êrîşan xwe biparêzin"
'Parastina cewherî rewaye!'
Meryem wiha berdewam kir: "Jin dixwazin derkevin derve û azad bibin, ev jî bi parastina cewherî gengaze. Li taxên me tacîz û şidet ser jinan heye. Em fikirîn ku li hember vê rewşê em dikarin çî bikin û me biriyara hînkirina parastina cewherî da. Parastina cewherî mafe û divê ji bo parastian cewherî ceza neyê dayîn. Ceza kirina Çilem û Nevin bê dadiye."
'Nevin û Çilem ji bo me bûn mînak'
Meryem bilêv kir ku ew ji parastian cewheri ya Nevin û Çilem bandor bûne û wiha dom kir: "Em di derbarê parastina cewherî de axivîn. Li Batikentê 2 mehin ev perwerda me berdewam dike. Em niha jî li Dikmenê berdewam dikin. Bi cezakirina Nevin û Çilem nîşanî me didin ku hun nikarin parastina xwe bikin. Lê jinan dibin parastinê de jî qetil dikin. Ji bo mêran mafê qetilkirinê didin."
'Divê jin bi hêza xwe ya cewherî bawerbin'
Meryem anî ziman ku dê hişmendiya deshilatiya mêran bi parastina cewheriya jinan bê derbaskirin û wiha pêde çu: "Divê jin baweriyê bi hêza xwe bînin. Parastina cewherî ketina di ferqa hêza xwe dene. Dê qursên me yên jin têde hêza xwe nîşandanê bên vekirin. Divê li hember şideta mêran gotinek me hebe, ev jî bi şêwirmendiya jinan dibe. Dikarin serî li me bidin û beşdarî qursê bibin. Jin dikarin bi rêya mediyaya civakî xwe bigihînin me."
(zt)