Sur 47 roje di berxwedanê dene 6 cenaze nikarin bên girtin

10:37

JINHA

AMED - Li Sur 47 rojin dorpêç berdewam dike, di saetên serê sibê de êrîş giran bûne. Li derdora Mizgefta Kurşunluyê şer giranbûye. Hat zanîn ku cenazeyê 2 kesên duh qetilkirin li gel cenazeyê Rozerîn û Ramazan danîne.

Li navçeya Sura Amedê di roja 47'an de li hemberî hemû êrîşên giran berxwedana gel berdewam dike. Tevahiya şevê li navçeyê sewqiyata leşkerî berdewam kir û di saetên serê sibê de jî êrîş giranbûne. Ji ber topbaranê gelek mal xirabûn. Ji ber teqînên ser hev li navçeyê çêdibin li sê deverên cuda duxan bilind dibe.

Di van demjimêran de li Taxa Hasirliyê û derdora Mizgefta Kurşunlu yê di nava polîsên tîmên taybet û YPS'ê de şer giran bûye.

Mesut Seviktek, Îsa Oran ên berî 25 roj berê, Ramazan Ogut ê 18 roj berê û Rozerin Çukura 9 roj berê li Surê hatîn qetilkirin hîna cenazeyên wan nehatiye girtin. Du kesên du jî qetilkirin destur nedan cenazên wan derxînin derve.

Cenazeyên du kesên duh li Surê qetilkirin ên ku hîna navê wan nehatiye zanîn, nedan malbatan, hat zanîn ku li Taxa Hasirliyê li gel cenazeyê Rozerin û Ramazan tên girtin.

(zt)