Li Amedê ji bo Surê jiyan hat rawestandin
10:48
JINHA
AMED - Ji ber dorpêça 47 rojin ser Surê berdewam dike, welatiyên Amedê dikan nevekirin û neçun ser kar. Dê ji bo rakirina dorpêçê ber bi nîvro meşek girseyî bêlidarxistin.
Li navçeya Sur a Amedê êrîşên ser daxwazên gel ên rêveberiya cewherî di roja 47'an de berdewam dike. Ji nava navçeyê dengê tang û topan bilind dibe. Ji bo rakirina dorpêçê beriya meşa dê di saet 14.00'an de bêlidarxistin jiyan hat rawestandin. Esnafan derê dikanên xwe venekirin û karker neçun ser kar.
Ji bo rakirina dorpêça ser Surê bi pêşengiya KJA, DBP, HDP û KCD'ê wê di saet 14.00'an de gel bi girseyî ji ber AZC Plaza yê ber bi Surê ve bimeşin.
(dt/zt)