Li Kobanê konferansa KPC'ê despêkir

11:17

JINHA

KOBANÊ - 1'emîn konferansa KPC'ê li Kantona Kobanê bi beşdariya 250 delegeyan despêkir.

Li Kantona Kobanê 1'emîn Konferansa Komîta Perwerda Civaka Demokratîk (KPC)'ê hat lidarxistin. Konferans li Akademiya Ş. Halim bi beşdariya 250 delegeyan hat lidarxistin. Ji derveyî delegeyan 300 mêvanên ji gelek deverên weke Cizîrê û Girê Spî jî hatin beşdarî konferansê bûn. Li salona konferansa bi deqeyek rêzgirtinê despêkirî wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Şîlan Kobanê, sê jinên siyasetmendarên kurdên li Parisê hatin qetilkirin Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez û ankartên weke "Perwerdeya civaka demokratîk berdewama berxwedana Kobanê ye" û "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye" hatin daliqandin. Piştî hilbijartina dîwanê ser vanê Komîta Perwerda Civaka Demokratîk Zinar Amed axaftina vekirinê kir.

Konferansa ku dê du rojan bidomîne bi axaftinan berdewam dike.

(rê/zt)