Tugba Hezer: Gelê kurd dev jî daxwazên xwe bernedan û bernadin jî

11:46

JINHA

ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer Ozturk polîtîkayên şer ên li hemû heremên Kurdistanê hate destpêkirin nirxandin û diyar kir ku exleqekî şer heye, madem şer hatiye destpêkirin divê li gorî exleq, şer bê kirin. Tugba got ku gelê kurd bi sed salan e dev ji daxwazên xwe bernedane û bernadin jî.

Dewleta tirk bi mehan e ku Kurdistanê li ser gelê kurd polîtîkayên şer didi meşandin û bi sedan sîvîlan qetîl kir. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer Ozturk polîtîkayên dewletê yên ser gelê kurd tê meşandin nirxandin û diyar kir ku li Kurdistanê hiqûq, demokrasî û binpêkirina mafê mirovan dibin piyan dene û tê perçiqandin. Tugba balê kişand ser dorpêça dewletê ya li heremê û got ku dewlet dixwaze bi topyekûn gelê kurd tune bike û wiha axivî: "Bi heman e ku gelê kurd ji bo daxwazê xwe bine ziman li taxên xwe xendekan kolan û li pişt barîqatan li hemberî hêzek li ber xwe didin. Dewlet daxwaza gel nabine û guhê xwe li daxwaza gel digire. Têkoşina gel wek şerê xendekan dide nîşandan. Heya niha 100 sivîl hatine ketîlkirin. Armanca wan e ku bi gel bi vîna wan ve tune bikin."

'Dewlet di cihê ku bi saxî bigire qetîl dike'

Tugba axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li Wanê 12 ciwan, li Sêrtê 5 kes hatin înfazkirin. Wek ku ev înfaz ne bes bin bi hovane êrîşê cenazeyan jî dikin. Dîsa pîka bi navê Mîray û Yakup Isirgan jî yek jî vê hovêye. Sax hatin girtin û hatin înfazkirin. Ev tiştên ku tên jiyandin tev konsepta şer e. Dewlet dibêje heya ku kesek bimîne dê dorpêç û katlîamên xwe berdewam bikin û ev înfazên ku tên kirin jî nîşaneya vê ye. 12 ciwanên ku hatin katîlkirin bi hişmendî bû. Em çûn cihê înfazê. Me dît ku 12 ciwan ji mejiyên xwe hatinê înfazkirin. Dewlet di cihê ku sax bigire de ketîl dike."

Tugba anî ziman ku dewleta tirk bi sed salan e li ser gelê kurd zilm û zordariyê didi meşandin lewra gelê kurd ji êrîşên îro ne dur e û wiha berdewam kir: "Welatiyên bi navê Emame Şahîn û Mehmet Şahîn ên ku li Cizirê di malên xwe de hatin ketilkirin her du jî di salên 38'an de hatin dinê. Weke tê zanin di wê salê de dewlata tirk li ser gelê kurd polîtîkayên herî qirêj dida meşandin. Dîsa diwê salê de gel dihatin ketîlkirin û gund dihatin şewîtandin. Ev kes zarokên wê demê de. Ji zilm û zordariyê ne dur in û ev şer ji wan re nas e. Gel ji bo azadiya welatê xwe li ber xwe dide û ji bo vê jiyanek azad û demokratîk dê berxwedana xwe berdewam ji bikin."

'AKP ji bo desthîlatdariya xwe li hemberî gelê kurd şer dike'

Tugba di berdewmamiya axaftina xwe de bîlêv kir ku hikûmeta AKP'ê ji bo berjewandiya desthîlatdariya xwe li gelê kurd şer da destpêkirin û ev tişt got: "Eger gelê kurd nehak bû ya kesên wek Emame Şahîn û Mehmet Şahîn ên ku şehîdê dîroka zilmê bûn, heya îro li ber xwe nedidan. Lê ew kes ji bo mafê xwe ya dawiya jiyana xwe li ber xwe dan û rê nedan dargirkirina dagirkeran. Daxwaza gelê kurd heya dawiyê mafek mirovahiye. Gel daxwaza ziman, çand, perwerdehî û hwd dike û ev daxwaz wek daxwazek nû be tê dîtin. Ji 2014'an û şun de em li ser xwazda 'Bajarê xwe û xwe birêve bibin' ve ketin nav lîf tevgerê. Lê niha wek ku tiştken nû be tê dîtin û daxwaz nayê çareserekirin. Em heya dawiyê ji bo daxwaza têbikoşin û li ber xwe bidin."

'Gelê kurd tu carî dev ji daxwazên xwe bernedan û bernadin jî'

Tugba di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Eger şerek çêbe divê ew şer bi gorî exleqa şer bê meşandin. Dema ku kesek bi ala spî derkeve derve û bê kuştin ne exleqiye. Dîsa divê daxwaz û talebên gelê kurd ne bi komkujî û êrîşan li ber meseyê bê çareserkirin. Bila dewlet baş bizane ku gelê kurd tucarî dev ji daxwazên xwe bernedaye û bernade ji. Jİ ber vê yekê jî divê dewleta tirk demîldest ji bo çareserkirina pirgireka gelê kurd bikeve nav tevgerê. Bİha "

(ho/zt)