Li Nisêbînê heya kreşan jî kirine qarargeh
12:20
Zehra Dogan/JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê Dibistananavin a Haci Ali Mungan û Kreş a Sevgi ya di heman baxçê dibistanê de ji aliyê tîmên taybet ve bûye qarargeh. Li gel ku hîna li dibistanê ders tên dayîn jî li qeta serê tîmên taybet bicîh bûne û her şev ji wê Taxa Kişla yê gulebaran dikin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku dibin dorpêça wesayîtên zirxî dene, li Taxa Kişlayê Dibistananavin a Haci Ali Mungan û Kreş a Sevgi ya di heman baxçê dibistanê de ji aliyê tîmên taybet ve bûye qarargeh. Li gel dibistan kirine qerargeh jî zarok henekên xwe bi deruniya wan dikin û li heman dibistanê waneyên xwe berdewam dikin. Li dibistana ku zarok bi roj lê perwerdê dibînin bi şev ji heman dibistanê tax tê gulebarankirin. Ji malbatên zarokan Fahriye Bag diyar kir ku her serê sibê ji aliyê tîmên taybet ve li derê dibistanê de çentê dibistanê yê zarokan tên lêgerîn kirin û got: "Çentên zarokan qontrol dikin, diçin taletên zarokan dixebitînin. Deruniya zarokan xirakirine, êdî ti zarok naxwazin biçin dibistanê."
'Timên tayîbet li dibistanê bicîh bûne'
Emine Tanhan jî destnîşan kir ku her êvar ji heman dibistanê tax tê gulebarankirin, ji bo wê jî êdî hêrsa zarokan li hember rêveberên dibistanê û tîmên taybet çêbûne û wiha domand: "Ez bi zorê keça xwe dişînim dibistanê. Her dema ku zarok ji dibistanê derdikevin wan wesayîtên zirxiyên li ber dibistanê didin ber keviran û direvin dikevin nava taxê. Tehmûla wan li hember zarokan nîne, wan gulebaran dikin. Ew dibistana zarokane ne qerargeha leşkeriye. Her roj tiştek hîn ecêbtir derdixin serê me. Ez û hemû dayîk û bavên zarokên dibistanê jî weke min, em naxwazin tîmên taybet ên her roj me gulebaran dikin li dibistana zarokên me lê dixwînin bimînin."
'Ger ev rewş neyê çareserkirin emê zarokên xwe neşînin dibistanê'
Şahmiran Şeyhmus jî anî ziman ku ew hemû jinên nava taxê li hember mudurê wê dibistanê rabûne û wiha dom kir: "Mudurê dibistanê pejirand ku timên taybet li wê dibistanê dimînin. Ji ber ew dibistan xala herî bilinde li ser hemû taxê serwere. Her şev ji wê taxê gulebaran dikin. Em tiştek wiha na pejirînin. Wî jî diyar kir ku dê vê mijarê bi qeymeqam û walî re nîqaş bikin. Emê malbatên zarokan duşemê cardin kom bibin. Ger ev mijar neyê çareserkirin emê zarokên xwe neşînin dibistanê."
(zt)