Jinên gotin; 'Dê jin ji AKP'ê hesabê bipirsin' hatin binçav kirin

12:57

JINHA

STENBOL - Li Stenbolê 8 jinên endamên Halkevlerî yên ku ji bo komkujiyên li Kurdistanê protesto bikin li ber avahiya AKP'ê çalakî kirin, hatin binçavkirin.

Jinên endamên Halkevlerî, ji bo dorpêç û êrîşên li Kurdistanê protesto bikin li ber avahiya navçeyê ya AKP'ê yê Beşîktaşê çalakî kirin. Jin, çarikên spî avêtin ber avahiya AKP'ê û dirûşma "Dê jin ji AKP'ê hesabê bipirsin" berz kirin. Jin, ji bo balê bikşînin ser kuştin û komkujiyan, boyaxa sor rijandin erdê. Piştî çalakiyê 8 jin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Jinên hatin binçavkirin birin Qereqola Polîsan a Leventê.

(zt)