Welatiyên ji bo Surê dest bi çalakiyê kirin rastî êrîşa polîsan hatin

14:35

JINHA

AMED - Ji bo piştevaniya Sura ku 47 rojin dibin dorêçêdene welatiyên Amedê li ber AZC Plaza ya Yenişehîrê hatin bahev û dest bi meşê kirin, dema ku welatî ketin mepê rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Piştî êrîşê di nava kolanan de şer berdewam dike.

Ji bo rakirina dorpêça 47 rojin ser Sura Amedê berdewam dike û gihiştina berxwedanê bi banga KJA, DBP, HDP û KCD'ê bi hezaran welatî li ber AZC Plaza ya ser Cadeya Ofisê ya Yenişehirê kombûn. Bi diruşmên weke "Amed raneze li Surê xwedî derkeve", "Bijî berxwedana Surê" û "PKK gele, gel li vire" welatiyan ber bi Surê ve dest bi meşê kirin, li pêşiya meşê gelek wesayîtên zirxî û TOMA bicîhkirin û destur nedan meşê. Ji ber êrîşê welatiyan dest bi çalakiya runiştinê kirin.

Dema ku welatiyan dest bi çalakiya runiştinê jî kirin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele kirin. Piştî êrîşan di nava kolanan de şer berdewam dike.

(zt)