Li Cizîrê top bi mizgeftê ket: zarokek qetilkirin jinek û zarokek jî birîndarin
15:31
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê tangên li girên bilind hatine bicîhkirin malên ku bi hezaran welatî têde dijîn top baran dikin. Bi heman şêweyî topek li Mizgefta Şêx Seyda li Taxa Kaleyê dan. Di nava mizgeftê de jinek û du zarok birîndarbûn. Ji ber negihana ekibên tenduristiyê zarokek ji wan ji ber windakirina xwînê jiyana xwe jidest da. Jinek û zarokek jî birîndarin. Li Taxa Şah de jî ji ber toparanê gelek birîndar hene.
Li navçeya Cizîra Şirnexê 35 rojin êrîşên dewletê bi tang û topan berdewam dike. Hêzên dewletê yên nikarin têkevin taxan ji girên bilind de navçeyê topbaran dikin. Topek hewanê li Mizgefta Şêx Seyda ya li Taxa Kale yê dan. Li ber mizgeftê jinek û du zarok birîndar kirin. Ji ber ku ekîbên tenduristiyê zu negihan cihê bûyerê zarokek ê navê wî nehat zanîn jiyana xwe jidest da. Jinek û zarokek jî birîndar li cihê bûyerê ne.
Topên hewanê li Taxa Şah jî bi gelek malan ketin. Ji nava malan agir bilind dibe, hat zanîn ku gelek birîndar hene.
Gelê Cizîrê bertek nîşanî êrîşan dan û gotin: "Dewlet bi hinceta xendekan qirkirina nijadî dikin. Dibêjin 'xendek hene', lê hildikevin girên bilin ji bo qirkirinê navçeyê top baran dikin. Ji ber nikarin têkevin taxan ji girên bilind de taxan top baran dikin. Li taxên Kale û Şah ên niha hedefa êrîşên wanin xendek tiştek jî tine. Diyare ku ji bo wan xendek bûhaneye armanca wan a sereke qirkirina meye. Em li vêderên bi ti deran de naçin."
Çî bi Huseyîn hat kes nizane
Li aliyê dinê li Taxa Nur a Cizîrê zarokê 16 salî Huseyîn Paksoy birîndarbû. Ji bo girtina Huseyîn abolansa şaredariyê dibin topbaranê de ket navçeyê. Lê personelên abolansa şaredariyê çiqas li cihê bûyerê geriyan Huseyîn nedîtin û neçar man paşde vegeriyan. Ji Huseyînê birîndar agahî nayê girtin, nayê zanîn ka dijî yan na.
(at-ab-ma/zt)